PoliticsTop

Çêkirina Artsaxê wekî beşek ji Azerbaycanê wê felaketê bîne: Davîd Babayan

Artsax ne li dijî îmzekirina peymana aştiyê di navbera Ermenîstan û Azerbaycanê de ye, lê divê pirsgirêka Azerbaycan-Qerabaxê derbas bike, an jî divê di peymanê de were gotin ku hîna nakokî nehatine çareser kirin û divê bi rêyên aştiyane were çareser kirin. Wezîrê Karên Derve yê Komara Qerabaxê Davîd Babayan di hevpeyvîna xwe ya li gel Factor TV de ev tişt got.

“Azerbaycan li gel Tirkiyeyê şertek pêşwext daniye ku bihayê aştiyê an jî yek ji şertên herî girîng ew e ku divê Artsax wekî beşek ji Azerbaycanê were naskirin. Lewma ev yek ji bo me nayê qebûlkirin. Ev yek wê aştiyê neyne, di pêşerojê de wê bibe sedema geşedanên pir dijwar. Em ne li dijî diyalogê ne. Berevajî vê, em difikirin ku diyalog ji şer, qurbanî, xwînê pir çêtir e. Armanca sereke ya Azerbaycanê ew e ku ermenî bixwe, di vê rewşê de Komara Ermenîstanê nas bike ku Artsakh axa Azerbeycanê ye. Yanî bi vê yekê em ê ser xwe hildin ku me wekek êrîşkar buye, em xelet bûn, ku me destdirêjî li ser yekparebûna axa Azerbaycanê kirye. Ev yek ne rastê u wê bibe derbeyeke xurt a jeopolîtîk û exlaqî.Divê em neyên xapandin: Azêrbaycan me îro dijmin dibîne. Divê ew peyman van hemû metirsiyan li ber çavan bigire û pirsgirêka Artsaxê di wê peymanê nebe:” got Davît Babayan.

Li gorî Babayan, nayê qebûlkirin ku Artsaxê wekî beşek ji Azerbaycanê were naskirin, ji ber ku li gorî wî wê bibe sedema felaketekî.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Ьса жи сахтикьн
Close
Back to top button