PoliticsTop

Fransa bi rola xwe ya hevserokatiya Koma Mînskê pabend e: Roja Netewî ya Fransa li Ermenîstanê hat pîrozkirin

Di çalakiya ku li baylozxaneya Fransayê ya li Ermenîstanê bi boneya Cejna Netewî ya Fransayê hat e derbaskirin, bayloz Ann Luyo li ser rol û armancên Fransayê yên di geşedanên herêmî de axivî. Li gorî balyoz Luyo, cejna neteweyî ya Fransayê helkefteke din e ji bo bîranîna peywendiyên biratî yên di navbera Fransî û Ermeniyan de û sozên me yên hevbeş.

“Fransa piştgirî dide avakirina aştiyeke bi îstîqrar li herêmê, ku ji bo hemû niştecihên herêmê, Ermeniyên Qerebaxê jî di nav de, mafê jiyana bi ewle misoger bike. Di vê çarçoveyê de Fransa jî weke Dewletên Yekbûyî bi temamî bi rola xwe ya hevserokatiya Koma Mînskê re girêdayî ye. Bi awayekî xwezayî, Fransa piştgiriyê dide xebatên aktîf ên YE’yê yên di vî warî de:” Balyozê Fransa li Ermenîstanê da zanîn.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button