SocietyTop

Alî mek’t’evvana bikin, wekî serederîyê bikin: h’etanî 2026-a klûbê serederîkirina p’êþek’arîyê wê bivne ê e’seyî: Anî Zaxaryan

Alla Hayrapêtyan

             Xwendk’ara k’oma 8-a

             “Vê p’ara we’deda ez diha pêþda çûm û min cêr’ibandina t’eze p’eydakir. Ez p’êþê xweda göman nînbûm, lê pey van dersar’a ez idî bawerim”.

             Alla nivîsarê hevlaye t’omerîkirinê, ê kö diçne klûba serederîkirina p’êþek’arîyê, dixûne. K’oma mek’t’eva R’ewanêye hejmara 80-yî klûbeke ij sedê isaye Ermenîstanêda e’melkirinêye. Salê pêþber ewê t’emamîya mek’t’evada bêne r’ik’inkirinê û wê bivne ê e’seyî.

             Nêrsês Þahînyan

             Þagirtê k’oma 8-a

             “Pêþda min ferztîya p’êþe fe’mnedikir, k’a ew seva e’mrê meyî pêþer’ojê çiqasî ferze, lê idî niha ez dikrim êqîn bêjim, wekî p’êþe tiþtekî herîferze”.

             H’etanî çûyîna li k’omê Nêrsês serederî nekirîye- dixweze bive çi p’êþezan. Niha divêje-  divek doxtir. Çûyînê wê bidûmîne û wî göman heye- idî saltireke din qirarê diha safîve.

             Alla dilqeçîya pêþer’ojêye, zarbêje. Hamlêt hila hê dödilîye. H’etanî çûyîna li k’omê çend p’êþê wîye pêþbijartinê hebûne. Niha cedvelêda dödö mane.

          Hamlêt Sahakyan

Xwendk’arê k’oma 9-a

“Zûrbûna ser gendî yekê ze’f çetinbû, vira me isa jî xevatek kir, k’îjan p’areveyî ser sê k’oma dibû… ez dikarim bikim, yanî h’erke ez p’êþê doxtir dijbêrim, dikarim gelo t’emamîya þevê nexweþxanêda yan bêxewy bimînim, yan xûnê bivînim? Meriv hene, wekî wî h’emûþkî nikarin. Min axirsongî qirarkir ser dilqeçî, r’êjîsor, ser wî p’êþeyî û ez serwextbûm, wekî wê yekê dikarim bikim”.

Destpêbûna ösûla serederîkirina p’êþk’arîyê sala 2012-a hatîye danînê. Bi  çapqirarçîyê t’eze ewê bive p’ara pêvajoya xwendinêye e’seyî û h’emt’omerî hetanî sala 2026-a wê bê r’ik’inkirinê- k’omê 8-11-da.

Mek’t’eva hejmara 80-îda klûba serederîkirina p’êþek’arîyê ij sala 2019-a e’meldike. H’etanî niha bi e’sasê r’ezedilvanîyê xwendk’arê k’omê 8-9-a diçin. K’om cödane, berne’me- baþqe. Lê  xilazîya salê dersa t’omerîkirinê t’evayî derbazdikin.

Tat’êvîk Mxît’aryan

Dewsgirtîya serwêrê mek’t’eva R’ewanêye hejmara 80-yî

“Format întêraktîve, yanî- ij formata dersaye sade ÿp’êce gelekî li zar’a xweþ tê, çimkî ew ew nîne, wekî ew wexta dersê e’detî hînbûne. Em bi k’oma dixevtin, ew diha azane, h’er kes mecalê distîne gilîyê xwe bêje, fikira xwe t’emsîlke. Madeya bergirtî tê þirovekirinê, û  xilazîya her dersekêda em made  t’omerîdikin, wekî zar’ bi h’îmê meh’kembûyî her’e mal”.

Wexta mijûlbûna zar’ berê e’wil p’êþê xweye pêþbijartî t’emsîldikin. Bi lîstika dicêr’bînin wesfê arizîye þexsî, mecal û jêhatinê, alîyê qewat û sist derxne derva. Dicêr’bînin serwextvin- ev yan ew p’êþe çiqasî ya wane û ew çiqasî h’emzemnîye.

-Sofya Hovhannîsyan

R’öh’nasê k’oma mek’t’eva R’ewanêye hejmara 80-îye serederîkirina p’êþek’arîyê

“Em r’astî hevdö tên, polîs hatine, qanûnnas, doxtir, p’êþê xwe t’emsîlkirine. Em serdana t’eþkîldikin. Em  çûne Benka merk’ezîyê, wira e’frandina dram û  madeyê baþqe-baþqeye p’êþê fînansîyêva girêdayî t’emsîl kirine, me qesta  înstîtûta malhebûna göndîtyîê kirîye, k’îderê isa jî t’emsîlkirine, k’a seva p’êþa zar’ar’a çi lazime.

Lê ê kö pirsa serederîkirina p’êþeda alî zar’a dikin, xwexa bi çi serederîyê dikin, xwe dispêrne çi îzger’îya, derheqa p’êþê kevinbûyî û pêþer’orjêda ij k’ö salixa distînin.

Haykûhî Gêvorgyan

Serk’ara merk’eza wezareta CE-êye   XPS-êye serederîkirina p’êþek’arîyê û pêþdabirina jêhatinê

“R’astîyê ev pirs h’îmlî ij wê yekê pêþda tê, wekî em hila hê fikira serederîkirina p’êþek’arîyê didine xevatê û bin wê bijartina p’êþe  seva t’emamîya e’mir t’emaþedikin. R’astîyê diha zû pirsgirêka meye r’ênîþandayîna karîêrayê heye, k’îjan t’exmîndike, wekî ew qirar, k’îjan serwextbûyî hatîye derxistinê, yanî, ij tîpnasîya xweye arizî xebîrvî, bi qîmetkirina balk’êþîya xwe, bi serwextbûna ösûla xwendinê bi xweþivêtîyê wê, isa jî r’ewaca sûka xevatêye tê göhastinê û  wekî milahîme, her qirareke derxistî heqbûyîye”.

Haykûhî Gêvorgyan divêje- h’iznake derheqa r’ewaca p’êþada xeverde- k’îjanê ber înt’ama we’de t’avke, çi na, çimkî h’embelqîtka k’ovîdê jî îzbatkir- þiklê sûka xevatê ewqa zû dikare bê göhastinê, wekî em pêr’a negihînin h’etta wê r’ewacê qîmetîkin.

Haykûhî Gêvorgyan

Serk’ara merk’eza wezareta CE-êye   XPS-êye serederîkirina p’êþek’arîyê û pêþdabirina jêhatinê

“Em gere dîna xwe bidine e’þiratîyê derekeye gir. Delîva pêþinda t’esîra têxnologîya ser warê baþq-baþqe, yanî- p’êþê isa bijbêrin, k’îjan bi t’esîra têxnologîya dikarin bêne wergöhastinê”.

Bi gilîyê Haykûhî Gêvorgyanê, her delîvekêda gere  ne kö ser p’êþekî, lê çend wara wergirtinê zûrvin, çimkî pêþer’oj hima ya p’êþê navbera waradaye. Sala xwendinêye t’ezeda tê têr’adîtinê klûba serederîkirina p’êþe t’emamîya mek’t’evê merza Þîrakê û 5-ê her neh’îke R’ewanêye fermandarîyêda r’ik’inkin.

Anna Zaxaryan, Tîgarn Babayan. Salix-sûlix

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Ьса жи сахтикьн
Close
Back to top button