All NewsTop

Me plan kiriye ku dezgeheke îstixbarata derve ava bikin. Armên Grîgoryan

Sekreterê Encumena Ewlekariya Ermenistanê Di rûniştina îro ya parlementoyê de Armen Grîgoryan amaje bi reformên di pêkhateyên desthilatê de kirinê.

Li gorî wî: “Yek ji wan reformên Polîsê ye, ya din jî reformên Wezareta Parastinê, Hêzên Çekdar e. Di çarçoveya van reforman de em plan dikin ku dezgeheke cuda ya îstîxbarata derve ava bikin. Nivîsgeha Encumena Ewlekariyê beriya niha bi hevkaran re li ser avakirina vê avahiya nû dest bi gotûbêjan kiribû. Reformên polîsan divê di vê çarçoweya berfireh de werin nirxandin, konsepta demokratîk jî di bingeh de ye.”

Grîgoryan bi bîr xist ku hikûmetê ji sala 2018’an û vir ve pêvajoya demokratîkbûna sektora ewlekariyê daye destpêkirin û ev yek ji aliyê ewlekarî, aramî û avakirina kapasîteyê ve girîng e.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button