
Fly Arna, xeta hewayî ya neteweyî ya Ermenîstanê, pargîdaniyek hevpar a Fona Berjewendiyên Dewletê ya Ermenîstanê (ANIF) û Air Arabia Group, yekem sefera xwe ya bazirganî ji Yêrêvanê ber bi Hurghadayê ve kir.
Balafira ewil a bi tîpa G6 501 saet di 07:00 de ji Balafirgeha Navneteweyî ya Zvartnotsê derket û li gorî saeta herêmî saet 08:40î daket Balafirgeha Navneteweyî ya Hurghada.
Endamên tîma Fly Arna li gel nûnerên Balafirgeha Navneteweyî yya Zvartnots li salona çûna rêwiyan pêşwaziya rêwiyan kirin û li Firokexaneya Navdewletî ya Hurghada jî bi kemera avê û merasîmeke taybet hatin pêşwazîkirin.
Berdevka Fly Arna Gayanê Antonyan got: “Em bi germî pêşwaziya hemî rêwiyên firîna meya destpêkê ya îro berbi cîhê geştyarî ya navdar Hurghada, dikin. Tîma FlyArna bi domdarî dixebite ku erdnîgariya firînan berfireh bike û dê di demek nêzîk de cihên nû ragihîne.”