PoliticsTop

Her r’êke bi ment’eqa sivderêye t’opraxa Ermenîstanêva înk’ardive: k’atvê ÞB

Bi e’lamkirina “Armênprês”-ê- derheqa vê yekêda pey r’ûniþtina h’ökömetêr’a nav qisa t’ev r’ojne’mevana Armên Grîgoryanê k’atvê ÞB got.

          “Sîasîa me didûmîne ev bimîne: çaxê em e’lamdikin, wekî semt’girîyê me  diha nêzîkin, ew h’esavdive, wekî em her t’enê bi wê ment’eqê pêþda çûne, wekî miqatbûna sînor heve. Ermenîstanêda her r’êke bi menteqa sivderê înk’ardive”,- ewî got.

          Bi gilîyê k’atvê ÞB- bêh’esarkirin çawa Moskvayê, isa jî Bryûsêlêda hatîye e’ne’nekirinê: “We’dekî dirêj Bek’ûyê digot, wekî sivder tê e’ne’nekirinê. H’erke ez þaþnavim, 6-ê meha çirîya paþin, çaxê Ovêrçûkê dewsgirtîyê serekwezîrê T’Û  R’ewanêdabû, e’lamkir, wekî t’ö pirseke bi ment’eqa sivderê nayê e’ne’nekirinê. Ya e’ynî pey hevr’axeverdanê Bryûsêlêr’a bû. Zarbêjê Mîþêl cime’tî e’lamkir, wekî t’ö sivder t’ö wexta nehatîye e’ne’nekirinê. Eva dide k’ivþê, wekî hevr’axeverdanada nêzîkbûna me ev bûye û didûmîne ev bimîne”,- ewî serda zêdekir.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button