All NewsTop

Azerbaycanê peymana destpêkirina avakirina rêya hesin red kirîe. Paşînyan

Azerbeycanê peymana destpêkirina avakirina rêya hesin red kirîe.

Nîkol Paşînyan di civîna çapemeniyê de li ser mijara rakirina blokên ragihandinê daxuyanî da.

“Li Brukselê me bi Serokomarê Azerbaycanê re ragihand ku lihevkirinek çêbûye ku çêkirina rêya hesin dest pê bive. Lê Azerbeycanê, bi rastî ew peyman red kir.

Piştî vê yekê, pêşniyarek hat kirin ku lihevkirinên ku hatine bidestxistin di belgeyeke nivîskî de bên tomarkirin, ku pêşnûmeya wê ji aliyê hevserokê koma xebatê ya sê alî ya Rûsyayê Alêksêî Overçûk ve hat pêşkêşkirin. Paşînyan wiha got: “Aliyê Ermenî amadebûna xwe ji bo îmzekirinê nîşan da, lê aliyê Azerbaycanê red kir.

Li gorî Paşînyan, aliyê Azerbaycanê jî guhertoya pakêta ku ji aliyê Ermenîstanê ve li ser vekirina rê û rêyên hesinî pêşkêş kiribû, red kirîe.

Serokwezîr bi bîr xist ku wî berê jî gotibû ku daxuyaniya Serokomarê Azerbaycanê Îlham Alîêv ya ku gotibû rêyên ku di Ermenistanê re derbas dibin bi heman mantiqê korîdora Laçînê ji bo Ermenistanê nayê qebûlkirin. “Di daxuyaniya sêalî de behsa korîdorek tê kirin, ew jî korîdora Laçîn e ku di bin kontrola hêzên aştiyê yên Rûsyayê de ye. Paşînyan got, “Mebest ew e ku herêmên rojavayê Azerbaycanê bibin xwedî derfet ku bi Naxîcêwan ra peywendiyên veguheztinê hebin.”

Got jî: axiftina Azerbaycanê pirsgirêkeka mezin e. Civaka navneteweyî diyar dike ku Ermenîstan her tim hewl dide ku herî zêde avaker be, lê di bersivê de em retorîka Azerbaycanê ya hertim êrîşkar dibînin.

Paşînyan amaje bi wê yekê kir ku nakokiya sereke di derbarê ragihandinê de çi ye. Bi gotina wî, heta niha ew nikarin bi temamî li ser rêkarên yasayî yên derbaskirina sînorên bikaranîna rêyan li hev bikin. Serokwezîr anî ziman ku di pratîkê de 3-4 vebijark hene û divê yek ji wan were hilbijartin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button