PoliticsTop

Paşînyan û Pûtîn îhtimala hevserokatiya Koma Mînskê piştrast kirin: Wezareta Derve ya Ermenîstanê bal kişand ser xala 24emîn a daxuyaniya hevpar a serokan

Aliyê Ermenîstanê pabendbûna xwe ya ji bo aştî, aramî û îstiqrara herêmê dubare dike. Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Ermenîstanê Vahan Hunanyan li sêr nirxandinên dawî de ev tişt got. Vahan Hunanyan di bersiva pirsên çapemeniyê de xala 24emîn a daxuyaniya hevpar a Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û Serokomarê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn a 19ê Nîsana 2022an bi bîr xist.

Li gorî xala 24’an, lîderan ne tenê tekezî li ser beşdariya diyarker a hêza aştîparêz a Rûsyayê di dabînkirina ewlekariya li Artsaxê de kiriն, lê her weha di pêvajoya çareseriya siyasî-dîplomatîk a kêşeya Qerebaxê de girîngiya bikaranîna potansiyel û ezmûna Hevserokên Koma Mînskê ya OSCE dubare kirin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve bi bîr xist ku li gorî xala 24’an a daxuyaniya hevpar a 19’ê Nîsana 2022’an, Serokwezîrê Komara Ermenîstanê û Serokkomarê Federasyona Rûsyayê li ser rewşa li Kafkasya Başûr nêrînên xwe anîn ziman.

“Rêberan di çarçoveya hevdîtinên asayî yên serokên Ermenîstan, Rûsya û Azerbaycanê de behsa berdewamkirina xebatên avaker kirin. Wan tekezî li ser beşdariya diyarker a hêzên aştîparêz ên Rûsyayê di dabînkirina ewlehiya Qerebaxê û çêkirina şert û mercên xweş û ewle ji bo jiyana xelkê kir. Wan girîngiya bikaranîna potansiyel û ezmûna Hevserokatiya Koma Mînskê ya OSCE li gorî erka xwe ya navneteweyî dubare kirin”: ji aliyê Berdevkê Wezareta Derve ya Ermenîstanê ve hate gotin.

Di vê çarçoveyê de Vahan Hunanyan carek jî got, ku aliyê Ermenistanê pabendbûna xwe ya ji bo aştî, aramî û îstiqrara herêmê dubare dike.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button