
Roja 13ê Hezîranê, Balyozê Komara Ermenîstanê li Amerîkayê Makunts di çarçoveya çalakiya balyozên nû yên li Amerîkayê de, bi Serokê Amerîkayê Jo Bayden re hevdîtinek kurt pêk anî. Li ser vê yekê rûpela Facebookê ya Balyozxaneya Ermenîstanê ya li Amerîkayê agahdar dike.