Serokwezîrê Gurcistanê Îraklî Xarîbaşvîlî bi serdaneke xebatê hat ê Komara Ermenîstanê. Li ser vê yekê “Armenpress” ji Daîreya Ragihandin û Têkiliyên Giştî ya Ofîsa Serokwezîrê Komara Ermenîstanê agahî da.
Civîna Nîkol Paşînyan û Îraklî Xarîbaşvilî li Dîlîcanê pêk hat.
Serokên hikûmetên her du welatan amaje bi wê yekê jî kirin ku, peywendiyên di asta bilind de, nîşana geşbûna dînamîk a peywendiyên Ermenistan û Gurcistanê û bilindbûna asta diyaloga siyasî ye.
Serokên li ser mijarên di rojevê de û perspektîfên hevkariya Ermenistan û Gurcistanê gotûbêj kirin. Li ser rewş û pêşhatên herêmê nêrînên xwe danustandin.
Aliyan amadebûna xwe ji bo zêdetir kûrkirina peywendiyên dostane dupat kirin û li ser berdewamiya diyaloga aktîf li hev kirin.