SocietyTop

Li gorî Endeksa Aştiyê ya Cîhanê Ermenîstan welatê herî aştîxwaz ê herêmê ye

Di Endeksa Aştiya Cîhanê de Ermenîstan di lîsteya welatên herî aştîxwaz de li pêş Azerbeycan, Tirkiye û Gurcistanê ye. Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, rêjeya “Endeksa Aştiya Cîhanê” ya sala 2022’an hat weşandin ku Ermenîstan di rêza 83 an de cih digire.

Azerbaycan di rêza 128 de, Tirkiye di rêza 145 de ye. Di lîsteyê de Gurcistan di rêza 95emîn de ye û Îran jî di rêza 141emîn de ye.

Îzlanda di lîsteya welatên herî aştîxwaz de cih digire. Her wiha di deha yekem de Zelanda Nû, Îrlanda, Danîmarka, Avusturya, Portekîz, Slovenya, Komara Çek, Sîngapûr û Japonya cih digirin. Indeks Afganîstan bi dawî dike.

Endeksa Aştiya Cîhanê ji aliyê Enstîtuya Aborî û Aştiyê (IEP) ve tê weşandin.

Indeks analîzek bêkêmasî ya meylên sereke yên aşitiyê, nirxên wê yên aborî, rêbazên pêşkeftina civakên aştiyane dike. Indeksa Aştiya Cîhanê 99.7 %ê nifûsa cîhanê digire.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button