All NewsTop

Yêrêvanê li dijî Azerbeycanê giliyê duyemîn ê navdewletî pêşkêşî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê kire

Nûnerê Daîmî yê Ermenîstanê li Neteweyên Yekbûyî Yêxhîşê Kîrakosyan di hevpeyvîna xwe ya bi Televîzyona Giştî ya Ermenîstanê re ev tişt gotîe.

Wî da zanîn ku gilî hatiye qebûlkirin, gilînameyeke din jî li ser navê dewletê pêşkêşî Dîwana Edaletê ya Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî hatiye kirinê.

Nûnerê Ermenîstanê yê Konseya Ewropayê Arman Xaçatryan jî di dewama axaftina xwe de diyar kir ku ji bilî giliyên navdewletan gelek welatiyan serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî dane. Li gorî wî, biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê li ser gelek ji van serlêdanan, şahidiya binpêkirina norm û mafên navneteweyî ji aliyê Bakûya fermî ve ye. Arman Xaçatryan got: “Ev biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, ji bilî ku kesên taybet eleqedar dikin, ji bo dewletê jî girîng in, ji ber ku nîşan didin ku kîna etnîkî ya li hemberî Ermeniyên li Azerbaycanê di asta dewletê de tê teşwîqkirin.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button