TopWorld

Polîsê Dihokê di derbarê guh birîna ciwanek Êzidî de axivî

Berdevkê Polîsên Dihokê diyarkir roja 2’yê Hezîranê di dema pevçûnekê de ciwanek Êzidî yê kampa Şarya her du guhên wî hatin birîn û biryara girtinê ji bo tawanbaran hatiye dayîn. Berdevkê polîs ragihand ji ber kesê guhên wî hatî birîn tawanbaran nas nake, ji bo wê heta niha tawanbar nehatine girtin.

Berdevkê Polîsên parêzgeha Dihokê Hêmin Silêman di daxuyaniyek çapemeniyê de derbarê bûyera guh birîna ciwanek Êzidî ya li Dihokê de axivî.

Hêmin Silêman diyarkir bûyer roja pêncşema borî ango 2’yê Hezîranê rûdaye, piştî bûyerê hêzên ewlehiya parêzgeha Dihokê ji bûyerê hatine agahdarkirin û çûne cihê bûyerê dest bi lêkolînê kirine.

Berdevkê Polîsên Dihokê destnîşankir dadwer fermana binçavkirina tawanbaran daye. Her wiha got, li gor gotina ciwanê Êzidî, ew tawanbaran nasnake. Ji ber vê yekê jî heta niha wan nekariye tawanbaran bigrin.

Hêmin Silêman da zanîn ciwanê Êzidî yê herdu guhên wî hatîn birîn navê wî Wecdî Zêdano (18) ye, niştecihê Kampa Şarya ya girêdayî Dihokê ye û sedemê bûyerê jî heta niha nayê zanîn.

Rojnews dinvîse


Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button