
Di rûniştina lijneya koordînasyonê ya 33. Olîmpiyada Biyolojiyê ya Navneteweyî ya ku li Komara Ermenîstanê bê lidarxistin de pêvajoya xebatên amadekarî û rêxistinî hatin nirxandin.
Cîgira Wezîrê Perwerde û Zanistê Janna Andrêasyan diyar kir ku tê çaverêkirin ku ji 70 welatan heyet beşdarî Olîmpiyadê bibin û ji her welatekî 4 xwendekar bi wan re bibin. 33yemîn Olîmpiyada Biyolojiyê ya Navneteweyî dê di 10-18ê Tîrmeha 2022an de li Êrîvanê bê lidarxistin.