Li Ermenîstanê li gorî sala 2018’an qebareya giştî ya fona meaş ji sedî 61,3 mîlyar dram ango 65 % zêde bûye. Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan di 31ê Gulanê de li Meclisa Neteweyî di dema nîqaşa pêşîn a pêkanîna butçeya dewletê ya sala 2021an de ev tişt got.
Herwiha weke ku serokwezîr behsa wê yekê kiriye, meaşa mehane di sala 2018an de nêzîkî 174 hezar û di sala 2021ê de jî 234 hezar dram bûye. Serokê Hikûmetê got: “Bi vî awayî li Ermenîstanê mezinbûna meaşa mehane ya navîn 34,4% ango 60% hezar dram bû.
Divê were zanîn, ku “mezinbûn” ne bi zêdebûna rastî ya meaşên gel ve girêdayî ye. Ew girêdayî ye bi zêdekirina meaşên karmend û polîsên u her wiha prîmanên mezin ji bo karmendên hikûmetê re
tên dayîn.