Politics

Azerbaycan garantiyên qanûnî nade Ermenîstanê ji bo rakirina blokên ragihandinê

Azerbaycanê bersiv nedaye pêşnûmeya Ermenîstanê ya ji bo bicihanîna qanûnî berpirsiyariyên xwe yên vekirina ragihandinê. Ev ji ofîsa Alîkarê Serokwezîrê Ermenistanê Mhêr Grîgoryan li ser pirsa Sputnik Ermenîstanê hat ragihandin.

Di rûniştina hikûmetê ya 31ê adarê de serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan diyar kiribû ku di vekirina rêyên di navbera Ermenîstanê û Azerbaycanê de divê erkên hevdu bin. Wî diyar kir ku Ermenistan amade ye ku rêya otomobîlan û riya trênê ava bike, lê mimkun dibîne ku bi Azerbeycanê re peymanek têkildar îmze bike, ku dê hêza qanûnî hebe.

Ji Mhêr Grîgoryan, ku Hevserokê Ermenî yê Koma Xebatê ya Sê alî ya rakirina blokên ragihandinê ye, me pirsî ka Azerbeycanê bersiva vê pêşniyarê daye yan na, gelo ew xeter niha jî heye?

Ofîsê got, “Azerbaycanê heta niha bersiva vê pirsê nedaye, metirsiya navborî niha jî heye.”

Li ser pirsa gelo Komara Ermenîstanê wê di şert û mercên vê xetereyê de dest bi avakirinê bike yan na, me ev bersiv stand.

Grîgoryan got, “Komara Ermenîstanê hemû rîskên bi vî rengî ji bo birêvebirina wan bi rêkûpêk tespît dike û tomar dike.”

Hêjayî gotinê ye ku heta niha nayê zanîn rêya hesinî ya Yeraşh-Horadizê dê bi çi awayî li ser xaka Komara Ermenîstanê bê çêkirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button