All NewsTop

Keleş Îdo: Divê em Êzidî Şengalê ji nûve ava bikin

Keleş Îdo ku yek ji şêniyên Şengalê ye ji bo ji nûve avakirina Şengalê  dest bi çêkirina parkekî kiriye, spasiya gerîla dike û dibêje: “Niha dem hatiye em Şengalî bixwe dest bi avakirina jiyana xwe bikin. Divê em bizanin ji derveyî Şengalê ti cihek me nîne.”

Ji dema rizgarkirina Şengalê heya niha xebatên ji nûve avakirina Şengalê dewam dikin. Çi xebatên şaredariya Şengalê dibe, çi jî hewldanên şêniyên herêmê dibin, hewldaneke mezin a avadankirinê heye. Avakirina xaniyan ya di nava çiyayê Şengalê de her diçe zêdetir dibe û heya niha gelek malên nû hatine çêkirin. Ji ber Êzidî timî xwe di çiya de parastine, lewma piştî fermana 2014’an hê bêhtir bi çiyayên xwe ve hatin girêdan. Her wiha çiyayên Şengalê ji bo xwe wek qadekê ku karîne xwe bispêrin wê û biparêzin dibînin.

Keleş Îdo ku di eslê xwe de yek ji şêniyên gundê Zorava ya dikeve deşta Şengalê ye û niha li gundê belêf a li deriyê Geliyê Kersê niştecih e. Îdo bi xwe bijîşk e û li navçeya Sinonê dixebite. Keleş ê ku di ji nû ve avakirina Şengalê de dixwaze rol bilîze dest bi çêkirina parkekî nû kiriye. Têkildarê vî hewldana xwe Keleş Îdo diyar kir; “Pêwîstiya Şengalê bi projeyên nû heye. Ji ber ku min didît piranî yan dikanên cilan yan jî marketekê vedikin, lewma min got ku ezê projeyeke nû çêbikim ku kêm kesan pêk anî be. Ji ber ku pêwîstiya me bi ciheke bedew ku bêhna me lê derbikeve heye, ji ber wê min got ezê parkekî çêbikim.”

Di derbarê projeya xwe ya çêkirina parkê de Keleş ev tişt anî ziman: “Ew nêzî 3 mehin ku em di vê parkê de kar dikin. Wê 20 rojên din karê çêkirina wê biqede. Di vê parkê de wê hewzên avê bên çêkirin û wê timî av di nava wan de bigere. Her wiha wê bi daran bê xemilandin. Di vê parkê de jî wê xwaringehek û cihê ji bo zarok têde bilîzin jî hebin.”

Bijîşk Keleş Îdo îşaret bi taybetbûyîna cihê park lê hatiye çêkirin kir û got; “Fermanê di Êzidiyan de derûniyeke wiha çêkir ku hîn zêdetir xwe nêzî çiyayan bike. Lê ev derûnî ne tenê di fermana dawiyê de çêbûye, ta ji pîr û kalên me ku li çiyayan jiyan kirine ve çavkaniya xwe digire. Di dema Sedam de dîsa Êzidî daxistin deştê. Lê meskena Êzidiyan her tim çiya ne. Lewma jî me xwest em parka xwe li nêzî çiya çêbikin, her wiha bedwiya vir ji ya deştê zêdetire.”

Keleş destnîşan kir ku divê Êzidî ji bo debara xwe bi xwe alîkariya xwe bikin û wiha axaftina xwe domand; “Êdî jiyana me bi alîkarî xwestinê ava nabe. Pêwîste Êzidî dest ji vî tiştî berdin û bi xwe alîkariya xwe bikin û rabin ser piyan. Dibe ku xelkê ji derve rojekê, hefteyekê heya salekê jî alîkariyê bide me, lê piştre ku nedin me emê bikevin. Êdî pêwîste em ne tenê jiyana rojane, pêşeroja xwe bihizirin.”

Îdo di berdewamiya axaftina xwe de bang li Êzidiyên ku hêj li derve ne kir ku vegerin Şengalê û dest bi avakirina jiyaneke bi rûmet bikin û got; “Heya niha hemû Êzidî venegeriyane lê hêdî hêdî vedigerin û Şengal jî ava dibe. Hikumeta Iraqê ji bo avakirina Şengalê heya niha tiştek nekiriye, lê ji bo ku em li Şengalê bijîn, emê Şengalê ava bikin. Mînak li Şengalê gelek şahiyên cur be cur çêdibin, li şûna ku biçin cihên dûr, em ji bo van şahiyan cihê xwe xweşik bikin.”

Bijîşk Keleş Îdo diyar kir ku tu cih mîna Şengalê nikare Êzidiyan biparêze û bang li hemû Êzidiyan kir ku di avakirina Şengalê de tevkarî bikin. Îdo bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Heya niha ji bo me ti cihek mîna Şengalê nabe. Îro Şengal zirar dîtiye; Elmaniya û Japonya jî xirab bibû, lê dîsa ava kirin. Em jî dikarin cihê xwe ava bikin, em ji ti kesî kêmtir nînin. Kî ji bo Şengalê çi dikare bike bila bike. Bila her kes projeyên xwe ne li derve, li hundirê Şengalê çêbike.”

ROJNEWS-ŞINGAL

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Ьса жи сахтикьн
Close
Back to top button