
Sebirgehê p’ayt’ext sirê-dor wê bêne h’emzemanîkirinê: p’ir’anî îro h’alê xiravdaye. Serk’arîya þeher k’arê xwe dike t’ev ya þexsî pirsgirêka 350 sebirgeha safîke û seva wan, ê kö ij transporta civakî k’arêdik’evin, þertê layîq bie’frînin.
Hayk Sargsyan
K’efîlê midîrê serwêrtîya beledîya R’ewanêye transportê
Sebirgehê meye bi xeleqê cûr’ê t’eze wê hevin: 10 h’ev. Emê wana ÿlekêda cîwarkin, wekî t’amve û paþwextîyê idî encama e’ne’nekirinêda emê serwextvin, dewsa wê bi sebirgehê cûr’ê t’eze emê idî destpêkin t’amkin, wan derê berdayî t’amkin.
Vê gavê cavdara t’emamîya sebirgehê R’ewanê ya þexsîye. T’ezekirina wan ew hevaltî t’eþkîldike, k’ara k’îjanêye h’îmlî ij îlankirinêye. Bi hevk’arîya beledî-ya þexsî k’ûçê merk’ezîyêda meselê levhatî hene.
Hayk Sargsyan
K’efîlê midîrê serwêrtîya beledîya R’ewanêye transportê
T’ev hevaltîya þexsî þertne’me heye, bi k’îjanê salê 5 sebirgeh- 5 h’eva warê meye dayîda ew bi sebirgehê t’ûnc bedeldike, mesele, soqaqa Mêsrop Maþtosda, k’ûça Abovyanêda ê cîwarkirî hene, Xancyanêda hene. Yanî, ew pêþtirî xizmetkirinê salewextê 5 sebirgeha digöhêze ê cûr’ê t’eze.
Bajar’van heycar gazina dikin, wekî hinda sebirgehê derdanê gemalê t’inene. Meriv cig’arê dik’þînin, davêjne e’rdê. Bi berne’ma h’emzemanîkirinê ew pirsê jî safîve û derdana her sebirgehekêye t’eze wê heve.
Angorî sedsalîya 21-ê barê sebirgeh hevin, wekî cime’t eþq hîvîya transportêve. Hima niha, çawa hûn dîna xwe didinê, derdana gemalê t’ine, ew yek e’se gere bê kirinê.
A lema bi gilîyê ê cavdar- berne’mê bere-bere wê mîaserkin, wekî safîkirina ösûlî bidne pirsgirêkê. Pêvajoyê ij Acap’nyakê destpêve, çimkî sebitrgehê h’alê xiravda vira t’ak’êþîyê dikin. Lec idî qewimîye. T’eþkîleta k’arêk’etinê weke deh r’oja þönda xevatê wê destpêke.
Hovhannês Vardanyan, Jîrayr Habêt’yan, Salix-sûlix