PoliticsTop

Divê rêz li sînorên navneteweyî yên naskirî bên girtin: Balyozê Îranê, li ser daxwazên Azerbaycanê li hember Ermenîstanê

Wezîrê Derve yê Îranê piştî şerê 44 rojan ragihand ku yekparçebûna axa Ermenistanê ji bo Îranê xeta sor e. Lê Azerbaycan doza axa Ermenîstanê dike, bi taybetî jî herêma Syunik ku ji başûr ve sînorê Îranê ye. Serokomar Îlham Alîyev bi berdewamî dibêje, ger hewce bike, bi zorê ew ê di nav Zengezûrê re korîdorekê vekin. Û Tehran jî radigihîne, ku divê yekparçeyîya axa welatên cînara bê parastin û sînor neguhere.

Derbarê mijarê de NEWS.am bi Balyozê Awarte û Temsîlkar ê Komara Îslamî ya Îranê li Ermenistanê Abbas Bedexşan Zohurî re axivî.

Balyozê Îranê bal kişand ser vê yekê, ku pêwîstiya rêzgirtin ji sînorên naskirî yên navneteweyî helwêsteke zelal a Komara Îslamî ya Îranê ye, ku ji aliyê hemû rayedarên li astên curbicur ve hatiye teqezkirin.

Derbarê mijara ku Azerbaycanê rêya Gorîs-Kapanê ya di bin kontrola xwe de girtiye û diyar kiriye ku heta zivistanê wê venekin, ev jî ji bo kamyonên Îranê zehmetiyan derdixe. Azerbaycanê Îran ji niyeta xwe agahdar kiriye? Balyoz Abbas Bedexşan Zohûrî got ku ew ji berê de derbarê rewşê de nehatine agahdar kirin,lê li gor lêkolînên pisporan ew mimkun dihat dîtin.

Balyoz da zanîn ku ji ber rewşa li ser rêya Gorîs-Kapanê xisara ku li sektora bazirganiyê ketiye demkurt tê dîtin. Çêkirina rêya alternatîf a heyî ku tê bikaranîn û başkirin, hema hema pirsgirêk çareser dike, lê çareseriya sereke ya ku wê di berfirehkirina têkiliyên aborî yên di navbera her du welatan de pir alîkar be, temamkirina projeya riya Bakur-Başûr li Ermenîstanê ye .

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button