
Civîna sêalî ya Serokwezîrê Komara Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, Serokê Konsêya Ewropayê Şar Mîşêl û Serokomarê Komara Azerbaycanê Îlham Alîêv li Brûkselê pêk hat.
Di encama gotûbêjan de li ser berdewamkirina xebatên vekirina peywendiyên herêmî, destpêkirina xebatên Komîteya Destnîşankirina Sînor û Ewlekariyê lihevkirin hatin kirin.
Her wiha mijarên têkildarî amadekariyên pêvajoya muzakereyê ya ji bo asayîkirina peywendiyên di navbera her du welatan de, mijarên mirovî û çareseriya pirsgirêka Qerebaxê hatin gotûbêjkirin.
Lihevkirinek hat kirin ku hevdîtinên sê alî berdewam bikin, bi heman awayî dê di Tîrmeh an Tebaxê de hevdîtin pêk bînin.