
Cîgirê Serokê Meclîsa Netewî Hakob Arşakyan di 17ê gulanê de beşdarî rûniştina taybet a hevpar a Komîteyên Daîmî yên Karên Siyasî û Hevkariya Navneteweyî, Parastin û Ewlekariyê, Civakî-Aborî û Hiqûqî a Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf bû.
Endamên heyeta Meclîsa Netewî a Komera Ermenistanê Andranîk Koçeryan, Gêvorg Papoyan, Alêksêy Sandîkov û Şîrak Torosyan beşdarî rûniştinê bûn.
Hakob Arşakyan bi xêrhatina beşdaran kir û diyar kir ku di rûniştinê de wê xebatên bi bandor bên meşandin.
Di rûniştinê de gavên hevpar yên di têkoşîna li dijî terora navneteweyî de, rojeva 2021-2025an hatin nirxandin. Perspektîfên çalakiyan û mijarên din di rojevê de ne.