
Sûka ort’emiletîyêda bahê k’ag’ezê qinyatva girêdayî bi 30-50%-a bilindbûye. Û ewe me’nî, wekî Ermenîstanêda ij derdaanînçîyê k’ag’ezê gelek mecbûrin qîmetê xizmetk’arîyê neþirkirinê bildindkin.
Saxî- ne kö t’enê k’ag’eza seva nösxkirinê têr’adîtîye formata A4 bihabûye, lê isa jî ya polîgrafîyê, k’itêvêye- gelekava e’yan.
Armên Martîrosyan- H’îmdar-serwêrê “Antarês mêdîa holdîng”-ê- “ Ij destpêbûna þêr’ destpêkirî, çimkî gele hevaltîya r’adestkirin ij Ûr’isêtê distendin, lê qinyatê wira sipîkirinê hila hê t’inene, dêmek wira jî pirsgirêk destpêkirin- xazma k’ag’eza A4-va girêdayî. Ez difikirim, mehekê-döda þönda k’ag’ezê lap kêm döbare bihabûnê wê ewlekin.
Ser fona borana ûr’is-ûkraînî zincîra logîstîka transportîyê t’er’ibîye, hine welatada hevaltîyê deranîna k’ag’ezê bêþöxölî e’lmkirîye, evana ij me’nîyê bilindbûna qîmete h’îmlîne. Armên Martîrosyan divêje- van hersê salê xilazîyêda heycar bi 5%-a qîmet bilindkirine. Wana cêr’ibandîye k’îsî k’ara ij deranînnê stendî qîmetê dinê meh’kem xweykbin.
Armên Martîrosyan- H’îmdar-serwêrê “Antarês mêdîa holdîng”-ê- “ “Çimkî pêþdanîn hindike û qîmet bilindin, qîmetê k’ag’ezê dilqê mezin nalîze, lê niha ewê destpêke dilqê xwe bilîze û qewatê t’omerî anîna li zevtê idî nikarin qîmeta bînne zevtê û ez difikirim- nav mehekê-döda lap kêm 20-30 selefê k’itêva wê destpêkin seranser bilindvin”.
Ermenîstan k’ag’ezê ne kö t’enê ij Ûr’isêtê, lê isa jî Îtalîayê, Þvêdîayê, Fînlandîayê, Norvêgîayê û Almanîayê derda tîne, k’ag’eza qalin- h’îmlî ij Slovênîayê û Çînstanê. Neþirxana “Marî”-ê, wekî angor t’ezeye vî warîda, dicêr’bîne çetinayê mehê xilazîyê alt’ke. H’îmlî lîstikê pêþdabirinê, k’itêvê seva zar’a çapdikin û k’îsî k’arê- qîmeta meh’kem xweydikin.
Marîam Mêlk’onyan— Serwêra neþirxana “Marî”- “Niha jî sûkêda h’alê ÿp’êce girane, her t’enê bahê k’ag’ezê nîne, wekî bilindbûye, bahê denê neþirkirinê bilindbûye, bahê p’arê dem-dezga bilindbûye+ (cemkirî) bahê k’ag’ezê döbare bihabûye, lê em hila hê miqatî miha divin û emê hila hê neçin, wekî em tiþtekî bihakin.
Marîam Mêlk’onyan k’ag’eza polîgrafîê ij derdaanînçîyê ermenî dik’ir’e û wê göman heye, wekî bi kêmbûna valyûta dolar qîmetê kêmvin û neþirxanexyê mecbûr nînve dest k’ag’ezê bi h’evtya yan meha dade, miþterîya indake
Marîam Mêlk’onyan— Serwêra neþirxana “Marî”- “Em nesekinîne, qewimîye, wekî me bi qîmetê diha bilind p’eydakirîye, mesele, qewimîye, wekî dewsa ofsêt’ k’ag’eza 80 gramê, ser k’îjanê em h’îmlî deft’erê xevatê çapdikin, em mecbûrbûne ya 70 gramê hildin Îro jî hene hine cûr’ê k’ag’ezê, k’îjan bal r’adestvana t’inene, em nikarin wana p’eydakin, lê em gömanvin, wekî h’emû tiþtê serr’astve”.
Lev nehat ij wezareta ÿkonomîkayê safîkirinê bistînin. Ij encomana p’arastina lecvanîyê dane k’ivþê, çimkî warda xweyê qeleça h’ökömkirinê t’inene, em lêk’olîna nakin.
Ij komîtêa k’ara dîwanî jî e’lamkirin- bi p’ara derdaanîna k’ag’eza A4 formatê Ermenîstanêda t’ö sînorkirinek t’ine, bi qeydê gömrika t’ö göhastinek yan t’ezevantîk, qedexek t’ine. Sala 2021-ê mîlîonek tonna zêdetir k’ag’ez, k’ag’eza qalin û p’arç’ê ij hûrt’êla hatne derdaanînê li Ermenîstanê, xölese bi bahê 2,3 mîlîon dolara. Angorî h’alnivîsarê- salbisal ew r’eqem zêdedive.