EconomicsTop

Ermenîstanê bidûmîne ij Larsa Jorin k’arêk’eve, lê r’ê têr’a divîne isa jî transporta wêye bi gemîyê heve

Têr’anedîtinê hewa meha adarê careke dinê hebûna pirsgirêka bedela Larsa r’iya barcîgöhastinê Ermenîstan-Ûr’isête t’enê anî li qheyder’ojê. H’ökömetê hila hê sala 2021-ê t’ivdîra kêmkirina çixara t’eþkîlkirê deranîn-derdaanîna bi qeyika danîbû li e’ne’nekirinê. Meha îsaline adarê t’ivdîr t’emsîlî r’ûniþtina H’ökömetê bû.

          Vahan K’êrobyan- Wezîrê CE-êyî ÿkonomîkayê- “Em dixwezin dö pirsgirêkê h’îmlî safîkin- yek pirsgirêka niqitka Larsêye derbazbûnêva girêdayî, hûn zanin, wekî ew pirsa herr’oye, ya 2-a ösûla xeta Ermenîstanêye h’esinî ösûla xeta Avroasîaêye h’esinîva cemkin, çimkî xeta h’esinîye bi gemîyê jî wê  bixevte, çimkî bi vagona jî wê her’in û bên.

          24-ê meha adarê t’ ivdîr h’ökömetêda layîqî begemkirinê bû û CM-êda gere bê erêkirinê.  Dewlet têr’a divîne wê çixara barcîgöhastinê bi gemîya t’ezmînke, k’îjan cema seva barcîgöhastinê r’eþayêva derbaztirdivin. Çimkî r’iya Ermenîstanêye berva be’rê t’ine, barê e’wil bi xeta h’esinî bêne gîhandinê li gemîstana Görcistanêye P’ot’îyê, ij vira jî bi gemîyê wê berdewamvin.

          Vahan K’êrobyan -Wezîrê CE-êyî ÿkonomîkayê- “Ew hevaltî gemîyê k’irêdike, þertne’ma k’îjanê t’ev xeta  ûr’isa û Qafqasîya Ce’nûbêye h’esinî heye, k’îjanê hindava  h’ökömetêda bê  sûbsîdkirinê.

          Sûbsîdkirina dîwanî bi 6 meha wê mîaserve- bi gömanê, wekî ösûlê destpêbike bixevte û  xwexa xema çixara xwe bixwe. Bi gotna wezîr- seva 6 meha 2,5 mlrd dramê bêne xwestinê, lê ij meremfesalîya malhebûnîyê wê bê xanê- dewletê bidûmîne sûbsîdke, yan- na. Bi qîmetkirina Alêk’sêy Mêlnîkovê serwêrê xeta Qafqasîya Ce’nûbêye h’esinîyî sereke- ev gava îcrak’arê sûkê wê çapikke- bi e’frandine binxeleqeke barcîgöhastina Ermenîstan-Ûr’isête din.

          Alêk’sêy Mêlnîkov- Serwêrê xeta Qafqasîya Ce’nûbêye h’esinîyî sereke- “Xwestin heye û miþtirîyê xwe wê bivîne. Gava xût we’deda û k’ardare”.

          Arsên G’azaryanê serwêrê hevaltîya barcîgöhastinê jî gava dewletêye ne standart silavdike, difikire- hebûna xizmetk’arîya heman sûkêda ya pesindayînêye, lê bi h’esavê k’ardarîyê pirsgirêk hene. Arsên G’azaryan herda jî cödadike- qîmet û we’dê cîgöhastina bi geîmîyê xerckirinê.

          Arsên G’azaryan- Serwêrê hevaltîya “Apavên”-e transportîyê-ÿk’spêdîtorîyêyî sereke- Van 7-8 salê xilazîyê sûkêda tarîfê barcîgöhastinê avtomobîlîyê ewqasî arzanbûne, wekî bahê tonnake cîgöhastina bi xeta h’esinî nak’eve lecê, ez ze’f þikberim, wekî h’alê hemanda barcîgöhêz berne’mê xweda têr’a bivînin ij wan tarîfa k’arêk’evin.

          Barcîgöhastina bi gemîyê seva sûka Ermenîstanê tiþtekî t’eze  nîne: sûbsîdkirin- dîsa isatir, lê…

Arsên G’azaryan- Serwêrê hevaltîya “Apavên”-e transportîyê-ÿk’spêdîtorîyêyî sereke- Îro, çaxê em divêjne wan- dixwezin bi gemîya barcîgöhastina bikin, divêjin- hejmarê bidin û ezê r’oja weye xwestî bêm hildim û soz bidin, wekî wira jî barê hevin, wekî bînme li sûka höndör’.

Xeta Qafqasîya Ce’nûbêye h’esinîda vê pirsêda r’eh’etin, bawerin, wekî îro bi r’iya gemîya xwestina gelekaye mîaserkirina deranîn-derdaanînê heye.

Alêk’sêy Mêlnîkov- Serwêrê xeta Qafqasîya Ce’nûbêye h’esinîyî sereke- Îro balk’êþbûna barcîgöhastina çawa Ermenîstanê, isa jî Ûr’sêtêda mezinbûye. Xazma pey qirara sûbsîdkirina h’ökömetêr’a em zengil û e’rzê baþqe-baþqe distînin, k’a barcîgöhastinê k’engê wê destpêke.

Mêlnîkov r’eqema safî nade k’ivþê, lê dide bawerkirinê, wekî qîmetê wane pêþdak’iþandî seva hevalk’ar ê qebûlkirinêne.

Alêk’sêy Mêlnîkov- Serwêrê xeta Qafqasîya Ce’nûbêye h’esinîyî sereke-  T’ev xetê ûr’isaye h’esinî me  qirarkirîye wa gotî sivdera meye qîmeta heve û seva barcîgöhastinê bi gemîya 20-30% daxöarin heye, xeta görcaye h’esinî 25% daxöarin dide. Hindava h’ökömetêda pey sûbsîdkirina barcîgöhastinê bi gemîyar’a r’ê seva hevalk’arê me wê k’’ardarve.

Arsên G’azaryanê bargöhêz çawa pirsgirêka din dide k’ivþê, wekî ij Ermenîstanê h’îmlî mêwa-p’incar’ têne deranînê. Lê hejmara vagonê sarincaye bêqösûr t’ine. Dêmek, bi gotna G’azaryan, lazmaya barcîgöhastinê bi gemîya wê t’ineve. H’ökömet vê h’emtêk’stêda tîne bîr- r’iya  Larsê çapik wê  bixevte.

Vahan K’êrobyan- Wezîrê CE-î ÿkonomîkayê- “Eþîya hene, seva k’îjana lezbûn ze’f ferze, mesele- xörekê lez xiravbûnê, lê hene eþîya, mesele- eþîyayê senayê, qinyat, k’îjana em dikarin r’eh’et bi r’iya xeta h’esinî cîbigöhêzin”.

H’erke heye r’iya Larsê, ij gemîyê  înk’ardive, wekî k’arêk’evin, çimkî  Lars arzan û leze, G’azaryan  da bawerkirinê û serda zêdekir, wekî k’ardare, yan- na, cava pirsê sûkê bide. Yekpel ewî, bi xeverdana derheqa Larsêda, t’exmînkir, wekî pirsgirêka r’iya r’eþayêye t’ek t’enê þertê hewêye xiravda hatina dadanê nîne, lê barbirin, yanî- xizmetkirina bara hêdîye, gömrik- hindik.

Vê h’emtêk’stêda ewî xevata çêkirina  neqeva 9 kîlomêtrêye bin gêdûka Xaçîêydaye p’ara r’iya Kobî-K’vêþêt’îêye görcistanêda ferz h’esavkir, k’îjanê îznê bide we’dê gihîþtina li Larsa Jorin körtkin. Görcistanêda ew berne’me hila hê sada 2019-a destpêbûye.

Goveka t’ivdîrêda r’iya bi dirêjaya 22,7 km wê bê avîtinê. Meremê derge-dîwanê Görcistanêyî h’îmldî  r’exvaderbazbûna p’ara avtor’iya Msxêt’a-Stêp’ansmînda-Larse bi qezîyaye. Tê têr’adîtinê 6 p’ira û 5 neqeva çêkin. Bi gilîyê Conî Mêlîk’yanê görcnas- r’êavakirin qonaxa çapikdaye.

Conî Mêlîk’yan- Pisporê bi pirsa Görcistanê- “Çend sed mêtra pêþda hatine, pêr’a  xevata din jî tê kirinê. Xilazîya sala 24-a, bi gotna alîyê görca, divek sala 25-a dirêjve, lê, çaxê hevaltîyê barcîgöhastinê destpêbikin r’ê bidine xevatê, bi seh’etekê r’ê wê diha kinve, 11 km r’ê wê heve û sal 12 meh r’ê wê bê xevtandinê”.

Ê görcnas têdinivîse, wekî Larsêva salewextê 10 h’ezar avtomaþîne derbazdivin, lê çaxê tê dadanê, barcîgöhastin dit’er’ibin. Gnêl Sanosyanê wezîrê serwêrîkirin û binxeleqê t’opraxa jî bawere- Lars û r’iya gemîya wê hevdö t’amkin.

Gnêl Sanosyan- Wezîrê CE-î serwêrîkirin û binxeleqê t’opraxa- “Pirsgirêk her t’enê bedela Larsê nîne, Lars heye û emê t’imê bidne xevatê, lê hene cêrge bar, k’îjana dikarin bi gemîyê we’deda û  bi mecalê fînansîêye diha destgihîþtinê cîbigöhêzin.

Vê h’emtêk’stêda h’alê gömrikê ûr’isa Conî Mêlîk’yan h’eyecandike. Cava Aram T’ananyanê xevatçîyê r’ex sifareta CE-êye gömirika heye- gömrika Larsa Jorin idî sala dödaye ne kö t’ê h’emzemanîkirinê, lê lap tê  t’ezekirinê.

Aram T’ananyan- Xevatçîyê r’ex sifareta CE-êye Ûr’isêtêdayî bi pirsê gömrika- Herke niha ij herdö alîya barbir gere 170- planîya t’ivdîrê, 200 merivbir, 30 avtobûs derbazvin, niha pey t’ezekirinêr’a gere ij herdö alîya 600 brabir, 2000 merivbir û 60 avtobûs derbazvin. Yanî- hine cîya berdanê bile sêbareve.

Bi paþdaveger’andina ser gemîya- wezareta ÿkonomîkayêda difikirin, wekî qebûlkirina t’ivdîrê deranîna eþîyayê berdana ermenîye li sûka ort’emiletîyê wê  r’öh’darke, bi cehwerî,  h’ecmê barcîgöhastina wê mezinke. Bi gilîyê K’êrobyanê wezîr- Ermenîstan mecalê logîstîk berfiredike û eva ij wan gava ya bi sirêye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button