All NewsTop

Li ser xêzkirina sînorê Ermenî-Tirkiyê ti nîqaş û lihevkirinek nine

Berdevkê Wezareta Karên Derva Vahan Hûnanyan li ser pirseke medyayê got ku li ser ji nû ve xêzkirina sînorê Ermenistan-Tirkiyê tu nîqaş û lihevkirinek çênebûye. Di rojevê de mijareke wiha tine.

Civîna bê ya nûnerên taybet ên her du welatan di çarçoveya pêvajoya çareseriyê ya Ermenistan-Tirkiyê de wê di 3’ê Gulanê de li Vîênayê pêk were.

Hevdîtina yekem a Alîkarê Serokê Meclîsa Neteweyî ya Ermenîstanê Rûbên Rûbînyan bi Balyozê berê yê Tirkiyeyê yê li Amerîkayê Serdar Kiliç re di 14ê Çileyê de li Moskovayê, ya duyemîn jî di 24ê Sibatê de li Vîênayê  pêk hate.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button