
Seva t’ertîfkirina eleqetê hiqûqîyêye warê fitildayîna sîlih’a bajar’vanîyêda, dêpûtatê qelfa “Þertne’ma bajar’vanîyê” pêþdanîna göhastinê qanûna “Derheqa serr’astkirina fitildayîna sîlih’êda” dikin.
Angorî wê- de’wa seva destanîna sîlih’êye e’seyî endamnivîsara li “Yektîya nêç’îrvana” ort’ê wê derk’eve, dewsê înt’amê e’seyîve, çawa ê dêpûtat dide k’ivþê- mînanî heqê avtoajotinê. T’eþkîletê hindava polîsîyayêda lîsênzîakirî pêvajorya înt’ama wê derbazkin.
Vîlên Gabrîêlyanê dêpûtatê qelfa C CE M-êye “Þertne’ma bajar’vanîyê”- “Qeydê mijûlbûna pêþer’ojêda em gere bi hevk’arîya t’ev wan isa jî bêcerkin, lê h’îmê hiqûqîyêye mînîmal-lap kêm seva wê hatne danînê.
Bi qanûnê tê têr’adîtinê sînorkirina r’eqema fiþeka bidine hilanînê, cûr’ê sîlih’a safîkin, çapnîþê warê agirkirinê têr’a bivînin, we’dê îzindayîna destanîna sîlih’ê, xweykirinê, girêdanê û cîgöhastinê 10 sal têr’a bivînin- dewsa 5 sala. Mêxanîzmê destanîna sîlih’ê berk’divin, yan têne azayîkirinê? H’eme’frandarê t’ivdîrê vî h’alîda t’erefdarê fikira serr’astkirin-e.
Vîlên Gabrîêlyanê dêpûtatê qelfa C CE M-êye “Þertne’ma bajar’vanîyê”- “Ij þertê hereferz yek ewe, wekî dewsa 18 sadlîyê bajar’vanê 21 salê wî xitimbûyî dive p’eydak’arê îzna sîlih’ê û ew, wekî berî stendina îznê qeydê înt’amdayînê tê têr’adîtinê.
Gabrîêlyan isa jî cavva wan h’eyecanbûna dide, wekî dikare sîlih’a giþta heve, dest çi r’eqema köþtina wê zêdeve.
Vîlên Gabrîêlyanê dêpûtatê qelfa C CE M-êye “Þertne’ma bajar’vanîyê”- “Bi xevtandina sîlih’a agirkirinêye qanûnî sûck’arî divin- salê 2-8 cara (van 5 salê xilazîyêda diþewiþin), lê bi h’alnivîsarê, ew dike 0,001 selefê sûck’arîyê bûyî.
Isa jî sedrê þêwra t’eþkîleta “Azatazên”-e e’skerîwet’enh’izîyê ç’e’vnihêr’î zêdebûna sûck’arîya nîne. Bi gilîyê Îþxan Gêvorgyan- bilindbûna þêmîka e’mir û zêdebûna înt’amê medenyeta t’eze wê pêkbîne. Pêþtirî wê, çawa wergöhastina erênî, isa jî hilanîna lazmaya hebûna sîlih’a lûleh’ilûye 5 sale seva destanîna sîlih’a lûlexet cödadike.
Îþxan Gêvorgyanê sedrê þêwra t’eþkîleta “Azatazên”-e e’skerîwet’enh’izîyê- “Wî çaxî, firqîya lûleh’ilû û lûlexet hebû: yanî- bi ya lûlepe’n diçûy nêç’îrê…, te cêr’ibandin berevdikir, her t’enê paþê lûlexet didan. Lê lûlepe’na wî çaxî- t’ivinga klabava, bi dölûlabû, lê niha lûlepe’n hene, wekî nîv kîlîmêtrî lêdxin.
Gêvorgyan miqabilî destanîna bajar’vanaye sîlih’a travmatîke- h’etta r’ewþa t’esmîlkirina înt’amêda. Diwek’ilîne- himberî sîlih’ê din, ev sîlih’ bi çapê çûke- û pêvajoya miqatbûnê wê çetinve: gelo ewê warê civakîda girêdidin?
Îþxan Gêvorgyanê sedrê þêwra t’eþkîleta “Azatazên”-e e’skerîwet’enh’izîyê-“Ew sîlih’a agirkirina gölê lastîke, sîlih’a xwewweykirinêye. Ez nafikirim, wekî Ermenîstanêda pirsgirêka xwexweykirinêye berk’ heye, bal me diha gelekî milê hatna werzandinê ferzdive. Salê 2017-21-ê Ermenîstanêda bi sîlih’a qanûnî 22 delîvê sûck’arîyê bûne, salewextê bi h’esavê ort’e 4 delîv, lê ij sîlih’a net’ê 296 delîv bûne, salewextê bi h’esavê ort’e 59 delîv. WAY, Þvêysarîya û Fînlandîya pêþdabirêê sîli’girêdanêye h’emdinîyayêne- bi h’esavê 100 kesî- 45-88 liv sîlih’a agirkirinê. Bal me ew r’eqemnîþ bawerbike 6,5-7-e.