
Wezîrê Parastinê yê Ermenîstanê Sûrên Papîkyan di 26’ê Nîsanê de Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê NATO’yê yê Kafkasya û Asya Navîn Xavîêr Kolomînaî Piris qebûl kir.
Di hevdîtinê de mijarên girêdayî ewlekariya herêmê hatin gotûbêjkirin. Wezîrê Parastinê yê Ermenîstanê rewşa ewlekarî ya Artsaxê piştî bidawîhatina şerê 44 rojî û kêşeyên heyî pêşkêş kir.
Her wiha di hevdîtinê de mijarên girêdayî ewlekariya navneteweyî û hevkariya Ermenistan-NATO hatin gotûbêjkirin.