TopWorld

Sersalê de  ÊzdΠ gefên Tirkiyê gotûbêj dikin

Roja Çarşemê, êzîdiyan ji nû ve jidayikbûna jiyanê li Lalişê pîroz kirin, ku ne dûr , operasyoneke leşkerî ya mezin ji aliyê Tirkiyê ve li dijî çekdarên PKK destpêka vê hefteyê dest pê kir. Endamên civaka êzîdî ji Rûdawê re ragihandin ku êrîşên Tirkiyê sedemên ku kêmîneyên wan ên olî nikarin vegerin malên xwe zêdetir dike.

Êzdî bi salnameya Julyanî û Selûkîdî roja Çarşema pêşîn a meha Nîsanê sersala xwe pîroz dikin. Bi merasîmekê li perestgeha Lalişê ya li çiyayên Duhokê çalakiyek hate bibîranîn û têde peyrewên olî kom bûn û mûm wêxistin. Lê belê dema ku sersala Êzdiyan dest pê kir, civak hîna jî di bin metirsiyê de ye.

Di nav kiryarên herî hovane yên Dewleta Îslamî (DAIŞ) de êrîşa wê ya li ser welatê Êzîdiyan Şingal, li bakurê Iraqê, di 3ê Tebaxa 2014an de bû, ku di encamê de bi hezaran hatin kuştin û bi hezaran dîl hatin girtin. Nêzîkî heşt sal in bi dehhezaran êzdiyên derbider li Kurdistanê dijîn.

Tirkiye yek ji wan sedemên sereke ye ku xelk careke din nikarin vegerin .Topbarana artêşa Tirk a li ser gundên li ser sînorê Tirkiye û Iraqê îro jî didome.

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar  Duşemê got, Tirkiyê li çiyayên parêzgeha Duhokê dest bi operasyoneke nû ya li dijî baregehên gumanbar ên PKKê kiriye.

Ronnîe Saîd Hasan, 22 salî, êzîdî ye ku li Duhokê ye û mezûnê lêkolîn û hiqûqa navneteweyî ye, ev îdia dubare kir, û binpêkirina dubare ya Tirkîyê ya serwerîya Iraqê wekî yek ji sedemên sereke destnîşan kir ku êzîdî bawer dikin ku dê paşerojeke êzdîyan li Iraqê tune be.

Panela Berpirsiyariyê ku navenda wê li  Londone ye, ku hefteya borî li ser operasyonên leşkerî yên Tirkiyê û bi taybetî pêkanîna êrîşên esmanî yên li bakurê Iraqê belav kir, diyar kir ku  hincetên xurt hene ji bo encamdana wê yekê ku Tirkiyê êrişên bêserûber, di nav de êrîşên esmanî, li dijî sivîlên êzîdî kiriye armanc an pêk aniye.

Tirkiyê piştî DAIŞê bi dehan êrîşên esmanî li Şingalê pêk anîne û ev yek jî aloziya li herêmê zêde kiriye, ku ji ber bêkarî û nebûna xizmetguzariyan têdikoşe. Di çalakiyek li Parlamentoya Brîtanyayê de ku roja Çarşemê li ser raporê hate gotûbêj kirin, Leyla Ferman êrîşên hewayî yên Tirkiyê yên li ser Iraqê weke sedema sereke ya sînordarkirina vegera êzîdiyan bo Şengalê bi nav kir   u  amaje bi wê yekê kir ku di encama êrîşên firokeyên Tirkiyê de ziyanên madî, binesazî, rê û kehrebe çêbûne.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button