
Li gor ku ji “Armenpress”ê ji Hikûmeta Ermenistanê hatiye ragihandin, di peyamê de wiha tê gotin:
“Nûnerên hêja yên civaka Êzidî yên Ermenîstanê,
Ez bi helkefta sersala we bi germî pîrozbahiyê dikim.
Sersala êzdiyên welatê me sala serkeftin, bextewarî û pirdengî, ji bo hemwelatiyên me yên êzdî ku ziman û kelepûra xwe ya netewî biparêzin û geş bikin, dixwazim.
Êş û şahiya me hevpar e. Îro em şahiya we parve dikin, û piştrast bin ku em amade ne wek bira xemên we parve bikin, ku pirsgirêkên civata we bala me ne.
Çarşema Sor hêvî û xewneke nû bi xwe re tîne, ji ber vê yekê ez hêvî dikim ku di sala nû de herêma me aram, ewle be û ceribandinên dijwar di paşerojê de bimînin.
Silav ji bo we hevwelatiyên hêja.”