PoliticsTop

Fransa wek hevseroka Koma Mînskê ya OSCE piştgirîya çareserkirina pirsegirêka Qerebaxê dike

Fransa hem li ser bingehên dualî û hem jî wek Seroka Konseya Yekîtiya Ewropayê û Hevserokatiya Koma Mînskê pabendbûna xwe ya tam ji bo avakirina aştî û aramiyê li herêma Kafkasya Başûr dubare dike. Li gorî nûçeya Armenpressê, ev yek ji aliyê Wezareta Derve ya Fransa ve hat ragihandin, bersiva pirsa ku helwesta wan derbarê paşeroja Koma Mînskê de, ku Fransa hevserokatiya wê ye, çi ye.

Fransa bi Ermenistan û Azerbeycanê re ji bo pêşketinên di mijarên mirovahî de, ji bo piştgirîkirina xêzkirina sînoran, bidawîkirina îzolasyona herêmê, parastina mîrata, girêbesta peymana aştiyê di navbera her du welatan de û çareserkirina pirsgirêka Qerebaxê berdewam dike.

Ji bo wê armancê di 4ê Sibata 2012an de, bi însiyatîfa serokê Fransa, bi serokwezîrê Ermenîstanê, serokê Azerbaycanê û serokê konseya Ewrûpayê re vîdeokonferansek hat lidarxistin.Hevserokê Koma Mînskê ya Fransî van rojan di serdaneke xebatê de li Êrîvanê ye”:di daxuyaniyê de tê gotin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button