
Gele-gele þabûn mala mer’a anîye- zar’a mine sisyaye, kör’ê minî sisya.
Davît’ sê h’evtya pêþda bûye û mala minr’a germîayî anîye. Kör’ê Laûraêyî mezin 16 salîye, ê ç’ûk- 14, derheqa zar’a sisyada t’imê fikirîne. Divêje- her zar’ek xwer’a bextewarîyê û oxirê tîne.
Laûra G’azaryan Ne lazime bi zar’ekê r’azîvin, gere gele zar’ê me hevin. Ez k’öbarim, wekî sê kör’ê min hene, sê e’sker, Xwedê bide welêtda e’dlayîve, wekî ew bikarvin ordîa meda qölixkin.
Bi meremê r’öh’darkirina zêdebûna welidandinê welatê meda cêrge berne’me mîaserdivin. Bi berne’ma h’ökömetêye salê 2021-2026-a t’edbîreke heman jî meha sala 2022-aye k’anûna paþin destpêbûye. H’erke malêda zar’a sisya û ya din dive, dewlet alîk’arîya p’eretî dide- hermeh- 50 h’ezar drama- h’etanî zar’ bive 6 salî. Laûrayê jî zûtirekê seva berne’mê e’rzê t’emsîlke.
Ij meha sala 2022-aye k’anûna paþin h’etanî 29-ê meha adarê 1335 e’rze erêbûne, 927-a bi h’alê meha adarê alîk’arîya p’eretî stendine. E’rzê din, k’îjan meha adarê erêbûne, meha nîsanê wê bêne þandinê li edakirinê.
Tat’êvîk Mîk’ayêlyan- Midîra p’ara wezareta CE-êye XûPS-êye ewlekirina pênsîayê û edakirinêye p’eretîye din, Delîva yekpl bûyîna zar’ekê zêdetirda qeydehejmar li her zar’ekê li qeydehejmara bi îht’îmal herebilind tê dayînê. Em bi þertî qebûlkin, wekî malêda zar’ t’inene û carekêva sê zar’ divin- qeydehejmara her zar’ekê dive ya 3-ye herebilind û ardimî seva her zar’ekê tê k’ivþkirinê. Yanî malê seva h’ersê zar’a t’evayî hermehe 150 h’ezar drama bistîne.
E’rze desta têne qebûlkirinê- bi kirina qesta merk’eza Xizmetk’arîya sosîalîêye yekbûyîye t’opraxê, û- bi t’or’ê. Vê delîvêda seva t’emsîlkirina e’rzê gere qesta socservice.am-ê bikin, p’encera e’rzê bi t’or’ê, p’ara pênsîayê û ardimîya bijbêrin, paþê binp’ara ardimîya zar’a döda û sisyaye din daxilbinivîsin û dîna xwe bidine peyhatina gava.
Tat’êvîk Mîk’ayêlyan- Midîra p’ara wezareta CE-êye XûPS-êye ewlekirina pênsîayê û edakirinêye p’eretîye din- Bi benkê cûr’ê ne neg’d edadive. Dê-bav xwexa benkê dijbêrin, ij k’îderê gere bistînin û gere dereceke ferz bidine ber h’esava, wekî salê carekê dê yan bavêr’a ardimîya p’eretî kivþbûye, borcdare t’emsîlî benkêve û e’rzê derheqa wê yekêda qolke, wekî CE-êdaye. H’erke vê e’lametîyê salê carekê qolnake, edakirin tê r’awestandinê.
Pey r’awestina edakirinêr’a, nav þeþ meha dê yan bav dikarin her’ne benkê û e’lametîyê qolkin. Wê delîvêda edakirinê ij dema r’awestandinê mîaserve.
Tat’êvîk Mîk’ayêlyan-Midîra p’ara wezareta CE-êye XûPS-êye ewlekirina r’at’ibê û edakirinêye p’eretîye din- H’îmekî r’awestandina edakirina dinê ewe, wekî çaxê zar’, bûyînêva girêdayî, ardimîya p’eretî hatîye k’ivþkirinê, þeþ meha zêdetir CE-êda nîne.
Þertê ferze, wekî zar’a t’ezebûyî, zar’ê dinê û dê-bav r’êgîstra binelîyê Ermenîstanêye dîwanîda h’esavhildayîvin. Bi h’alê r’oja xîtavbûnê dê-bav û zar’a t’ezebûyî viravin.