TopWorld

Derfetên Xwendina Bilind ji Şengalê re tînin

Bassam her dem bi dilxwazî ji bo pêşxistina aştiyê û çêkirina pêşketinên erênî li bajarê xwe Sinûnî bû.

Dema ku DAIŞê Şingal girt, Bassam û malbata xwe reviyan Kurdistanê û şeş salan ji koçberbûna navxweyî li kampeke penaberan a bi navê Xankê re rûbirû man. Tevî şert û mercên giran ên jiyanê, Bassam bi avakirina aşitiyê re wek kilîtek ji bo baştirkirina jiyana her kesê di civaka xwe de pabend ma.

Meraqa wî ya di derbarê rola çareseriya aştî û pevçûnê de, ew ber bi “Jesuit World Learning” (JWL) û Bernameya Aştiyê ya wan vekir.

“Vê bernameyê guhertinên girîng di jiyana min de anî. Wê nêrîna min ya li ser civakê û mijarên ku divê werin çareser kirin guhezand. Ew perspektîfa min li ser cihêrengî û cûdahiyan berfireh kir, û hem jî ji min re bû alîkar ku ez bibim ramanwerek mentiqî .”

Piştî qedandina qursê, Bassam wekî hêsankarê qursa Rêberê Aştiyê beşdarî JWL bû. Îro, ew serbilind e ku nirxa aşitiyê hînî aştîxwazên ciwan dike, di heman demê de bi awayekî çalak fezîletên wê di nav civaka xwe de belav dike.

“Daxwaza min ew e ku dawî li tundrewiyê li civaka min bê, ji ber ku ew nîjadperestiyê dike , hem bi hînkirina qursa Îngilîzî û hem jî ya rêberê aştiyê.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button