PoliticsTop

Օpozîsya di 5’ê Nîsanê de welatiyan gazî Meydana Azadiyê dikê

Alîkarê Serokê Meclisa Neteweyî Îşxan Saxatelyan bang li welatiyan kir ku di 5’ê Nîsanê saet 18:30’an de bên Meydana Azadiyê û bi hev re pirsgirêkên ewlekariya Ermenîstan û Artsaxê nîqaş bikin. Li gorî nûçeya Armenpressê, di rûniştina taybet a Meclisa Neteweyî de Saghatelyan nêrîna xwe anî ziman ku ev hikûmet nikare parastina welat organîze bike.

“Hevwelatiyên hêja, ez bang li we dikim ku dakevin kolanan. 5’ê Nîsanê saet 18:30’an li Meydana Azadiyê em ê bi hev re binirxînin çawa Artsaxê biparêzin , çawa Ermenîstanê biparêzin , ji bo ewlekariya Ermenistan û Artsaxê gav û çalakî we bên avêtin:” got Saxatelyan .

Îşxan Saxatelyan ji rojnamevanan re axivî û diyar kir ku çalakî ji aliyê komên “Ermenistan” û “Ez bi rûmet im” ve hatiye destpêkirin û wê bi sernavê “Ji bo xatirê Artsax û Ermenîstanê” bê lidarxistin.

Îşhan Saghatelyan diyar kir, ku beriya hevdîtina Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan a bi Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Alîev re, ku wê di 6’ê Nîsanê de li Brukselê bê kirin, mîtîng jî bi awayekî pêşîlêgirtinê pêk vere.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button