PoliticsTop

Wezîrê Derve û Balyozê Fransa li ser rewşa Qerebaxê ya piştî êrişa Azerbaycanê gotûbêj kirin

Di 28ê adarê de Wezîrê Derve yê Komêra Ermenîstanê Ararat Mirzoyan pêşwaziya Balyoza Fransa li Ermenîstanê Ann Lûyo kir.

Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Derva, di hevdîtinê de bi giranî rewşa Qerebaxê ya ji ber êrîşa hêzên çekdar ên Azerbaycanê hat gotûbêjkirin. Ararat Mîrzoyan destnîşan kirye, ku provokasyonên berdewam ên Azerbeycanê yên li dijî gelên aştiyane yên Qerebaxê , kiryarên hovane, hewldanên astengkirina bi qestî xebatên asayî yên binesaziya jiyanî, nayê qebûlkirin.

Wezîr Mîrzoyan ji bo kêmkirina rageşiya rewşê, bi armanca vekişandina hêzên çekdar ên Azerbaycanê ji xaka Qerebaxê , bersiva guncaw û armanckirî ya civaka navneteweyî ji rewşê re bikar anî.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button