PoliticsTop

Ararat Mîrzoyan pêşwaziya Hevserokê Rûsyayê yê Koma Mînskê ya OSCE Îgor Xovayêv kir: li ser rewşa binpêkirina xeta têkiliya Karabaxê hat axaftin

Di 28ê adarê de Wezîrê Derve yê Komêra Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan pêşwaziya Hevserokê Rûsyayê yê Koma Mînskê ya OSCE Îgor Xovayêv kir.

Aliyan rewşa ku ji ber binpêkirina xeta têkiliyê ya Karabaxê ya li herêma berpirsyariya hêzên aştiyê yên Federasyona Rûsyayê li gundê Parûxê ku di 24ê Adarê de dest pê kiribû, hat nirxandin.

Di civînê de behsa kiryarên din ên aliyê Azerbaycanê jî hat kirin, ku bi armanca pêkanîna qeyraneke mirovî li Artsaxê, armanckirina xelkê sivîl û paqijkirina etnîkî. Li ser pêwîstiya vegerandina yekîneyên Hêzên Çekdar ên Azerbaycanê bo cihên xwe yên destpêkê, qîjan di 23ê Adarê de hebubu, hate tekezkirin.

Wezîr Mîrzoyan helwesta aliyên ermenî yên derbarê destpêkirina danûstandinên navbera Ermenistan û Azerbaycanê li ser rêkeftina aştiyê di çarçoveya Hevseroktiya Koma Mînskê ya OSCE de pêşkêş kir.

Girîngiya xebatên temam ên Hevserokatiya Koma Mînskê ya OSCE careke din hate destnîşankirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button