PoliticsTop

Wezareta Derve ya Azerbaycanê daxwaz ji Ermenîstanê dike ku ew bendên ku ew bixwe binpê dike, bi cih bîne

Wezareta Karên Derve ya Azerbaycanê bertek nîşanî alozbûna rewşa li ser xeta têkiliya bi Karabaxê re da û Ermenistan sûcdar kir. Li hember daxuyaniya Wezareta Derve ya Ermenistanê, Bakû îdia dike ku Êrîvan hewl dide “civaka navneteweyî bixapîne”. Wezareta Derve ya Azerbaycanê newêrîbû kiryarên provokatîf ên artêşa xwe înkar bike.“Li gorî Wezareta Parastinê ya Azerbaycanê, li herêmê cih û xalên bicihkirinê tên zelalkirin”: di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Azerbaycanê de hat gotin.

Derbarê qutbûna gazê ji 8ê Adarê ve, Wezareta Derve ya Azerbaycanê vê yekê bi “pirsgirêkên teknîkî” yên ji ber “şertên dijwar ên hewayê” rave dike û dîsa Ermenîstanê bi “karanîna rewşê wekî amûrek manîpulasyona siyasî” tawanbar dike. Derdikeve holê ku du hefte û nîv têra Azerbaycanê nakin ku boriya gazê tamîr bike.

Di Wezareta Derve ya Azerbaycanê ragihand , ku “Yekane rêya dabînkirina aştî û îstiqrara li herêmê di vê demê de ew e ku bi tevahî xalên daxuyaniyên hevpar ên ku hatine îmzekirin bi cih bînin u di nav de derxistina pêkhateyên ermenî yên neqanûnî û asayîkirina peywendiyan li ser bingehên qanûnên navneteweyî.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button