
Ermenîstanêda meha adarê bi fona germayêye bêh’ed nimiz û bi hatina berfêye degme berek’et berbiç’e’v dive. Xazma van 8 r’ojê xilazîyê t’emamîya t’opraxa cimhöryetêda germaya r’ojêye ort’e ij normayê 6-8 dereca nimiztire.
Bi e’lamkirina “Armênprês”-ê- merk’eza Hîdrohewanasîyê û monît’orîngê e’lamdike, wekî van hersê r’ojê xilazîyê dak’ötana sîklona zorva girêdayî neh’îyê cimhöryetêye baþqe-baþqeda berfa bi çapa nebînayî hatîye dîtinê. Cöda gotî p’arê Tavûþê, Lor’îyê, Syûnîk’êye baþqe-baþqeda nav 3 r’oja k’örþa berfê bi 60-70 santîmêtra zêdebûye, lê warê jîyîynêye baþqe-baþqeda gihîþtîye 100 sm û zêde.
Nav 40 salê xilazîyê welatê meda meha adarê berf ewqasî întênsîv û we’dedirêj nebarîbû.