Politics

Ombudsmanê Ermenîstanê bang li rêxistinên navneteweyî dike ku bi zelalî bersiva reftarên sûcdar ên Azerbaycanê bidin

Nêzîkî hefteyekê ye ku aliyê Azerbaycanê rê nade nûnerên Artsaxê ku bi îdiaya “xitimandina” boriya gazê vegerînin. Bi vî awayî zêdetirî 100 hezar kes di şert û mercên hewaya sar de ji îmkana germkirinê bêpar in.
Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, Parêzvana Mafên Mirovan a Ermenîstanê Kristine Grigoryan li ser tora civakî ya “Facebook”ê behsa vê yekê kiriye.
“Di heman demê de elektrîk bi rêkûpêk tê qutkirin. Ev jî rewşa dijwar a mirovî ya ku di dema şer û piştî şer de çêbû, kûrtir dike. Di encamê de nexweşxane, dibistan, kreş, stargehên demkî yên ji bo koçberan ji şert û mercên jiyanê bêpar dimînin, ne mimkûn e ku mafê tenduristiyê û perwerdehiya zarokan bi kar bînin. Herwiha hêzên çekdar ên Azerbaycanê ev hefteyek e bi tundî xelkê sivîl ên gundên Artaxê topbaran dikin. Gundê Xramort ê herêma Askeranê, bajarê Askeranê, sûka Sor a herêma Martûnî û gundên Xnûşinak. Di xendekê de sivîlek birîndar bû. Krîstînê Gîigoryan got: “Ev hemû ji bo domandina atmosfera tirs û xofê di nav gelên ku li Artsaxê dijîn de, bi mebesta derxistina Ermeniyan û paqijkirina etnîkî ya Artsaxê ji ermeniyên xwecihî ye.”
Ombudsmanê Ermenîstanê bi tundî siyaseta tawankarî ya dewleta Azerbaycanê şermezar dike. Wî bang li rêxistinên navneteweyî kir ku bi zelalî bersivê bidin rewşê û fişarê li ser Azerbaycanê zêde bikin ji bo rawestandina vê reftarên sûcdar. Parêzvanê Mafên Mirovan ê Ermenîstanê destnîşan kir ku mafên mirovan gerdûnî ne, divê li derveyî konjonktura jeopolîtîk bên dîtin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button