All NewsPoliticsTop

Çavuşoglu û Mîrzoyan li Antalyayê hevdîtin pêk anîn

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ropja Şemîê li Antalyayê bi Wezîrê Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan re hevdîtin kir.

Hevdîtinên li Antalyayê di çarçoveya duyemîn foruma dîplomatîk de pêk hatin û nêzî nîv saetê dewam kir. Rêyên asayîkirina peywendiyên di navbera Enqere û Êrîvanê de hatin gotûbêjkirin.

Mevlût Çavuşoglû li got ku hevdîtinên “gelekî çêker û bi bandor” in.

“Gavên ku ji bo asayîkirina tevahî têkiliyên dualî armanc dikin hatin gotûbêjkirin. Dixwazim bi kêfxweşî diyar bikim ku ji bo aştiya li Kafkasyayê pêk were em hewl didin. Gavên di navbera Tirkiye û Ermenîstanê de ji aliyê Azerbaycanê ve jî erênî tên dîtin. Bakû piştgiriya vê pêvajoyê dike. “Aştî û aramiya herêmê di berjewendiya hemû aliyan de ye.

Çavuşollu bi bîr xist ku nûnerên taybet ên Tirkiye û Ermenîstanê beriya niha ji bo asayîkirina têkiliyan du hevdîtin kiribûn.

Mîrzoyan di serî de diyar kir ku aliyê Ermenîstanê amade ye bê şert û merc pêvajoyê bidomîne.

Serokê dîplomasiya Ermenîstanê diyar kir ku Êrîvan di hewldanên xwe yên ji bo aştî û îstiqrara li Başûrê Kafkasyayê de bi biryar e.

Foruma bi şîara “Ji nû ve avakirina dîplomasiyê” di navbera 11-13’ê Adarê de li Belek a Antalyayê tê lidarxistin. Di Foruma Dîplomasî ya Antalyayê de serokên hikûmetên 17 welatan, 80 wezîr û heyetên 39 rêxistinên navneteweyî beşdar dibin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Ьса жи сахтикьн
Close
Back to top button