
Di çarçoveya Foruma Dîplomasî ya Antalyayê de, roja 10ê Adarê, Wezîrê Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan bi Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re civiya.
Di hevdîtinê de Ararat Mîrzoyan û Sergey Lavrov behsa rojeva dewlemend a hevkariyên Ermenistan-Rûsyayê kirin, mijarên girêdayî zêdetir xurtkirina peywendiyên hevpeymanan gotûbêj kirin.
Lîderan li ser hevkarî û zêdekirina karîgeriyê di Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf, Yekîtiya Aborî ya Avrasyayê, Hevkarîya Dewletên Serbixwe û platformên din yên navneteweyî de nêrînên berfireh dan hev.
Referans hat kirin ji bo bicihanîna peymanên ku bi daxuyaniyên sêalî yên 9ê çirya paşin 2020, 11ê Çileya 2021 û 26ê çirya paşin 2021ê hatin kirin.
Ararat Mîrzoyan rewşa ku hêzên çekdar ên Azerbaycanê li Qerebaxê di encama binpêkirinên berdewam ên agirbestê de, çalakiyên provokatîf ên li ser sînorê Ermenistan û Azerbaycanê li Qerebaxê pêk anîne pêşkêş kir û bal kişand ser pêwîstiya avêtina gavên pêwîst ji bo kêmkirina rageşiyê û nehiştina bûyeran.
Di civînê de behsa pêvajoya çareseriyê ya Ermenistan û Tirkiyeyê hat kirin.