
Þanda bi serk’arîya Davît’ Sahakyanê dewsgirtîyê wezîrê CE-êyî senaya bilinde têxnologîyê Barsêlonêda t’ev kongrêsa îndûstrîa h’ejoke h’emdinîyayê bû, k’îjan ij 28-ê meha adarê h’etanî 2-ê meha adarê Barsêlonayêda bû.
Kongrêsêda Ermenîstan bi oda baþqe t’emsîlbûîye. 1-ê meha adarê Sos Avêtîsyanê sefîre qesta Kongrêsê kirîye, t’ev D. Sahakyanê dewsgirtîyê wezîr oda Ermenîstanêda ger’yaye, nasîya xwe daye berne’me û fikrê hevaltîyê ermenîye startap’ê, bergeha hevk’arîya t’ev xeleqê îspanîye mot’ac e’ne’nekirîye.
E’ynî r’ojê Davît’ Sahakyanê dewsgirtîyê wezîr û Sos Avêtîsyanê sefîre r’astî Vîktorîya Alsîna Bûrgêsa wezîra Katalûnîaêye k’arê der û serwêrîkirina vekirî hatine. Wexta r’asthatinê mecêlê erêkirina hevk’arîyê navbera hevaltîîyê cî û ermenîda hatne e’ne’nekirinê.