PoliticsTop

”We çi kirîye, çaxê T’irkîayê dak’ötaye QÇ’?”: T’ankyan derheqa mêlkirina R’oavayêye bi bijartinêda xeverdaye

Sêrj T’ankyanê dengbêjê k’oma “Sîst’êm of i down”-e r’ok’ belgê fêysbûk’êda nivîsara bi h’ecim kirîye-  ser fona e’melê Ûr’isêtêyî e’skerîyêyî mexsûs bi paþdaveger’andina ser r’ewiþta R’oavayê. “Israîlê  eleqet t’ev Almanîyayê wê serr’astkira?, h’erke Almanîyayê Holok’ost nasnekira”- T’ankyan nivîsara xwe bi sernivîsar kirîye.

          “H’etanî dak’ötana Pûtîne li Ûkraînayê, ermenîyê dinîyayê þer’ê sala 2020-îyî Arsaxêdayî hindava Adrbêcanê û T’irkîaêda bîr tanî- bi pirskirina, k’a Rxoavayê çi kirîye, çaxê T’irkîayê dak’ötaye Qibrisê, Sûrîyayê, Lîvîyayê û Arsaxê.

          T’ankyan daye k’ivþê, wekî sala 2020-î T’irkîa wexta ÿrîþkirina miqabilî binelîyê Arsaxêye e’dilî Adrbêcanêva cembûye, k’îderê, ermenî berê-berêda jîne. “Ew bi borana hûmanîtare zalim û  cîr’aqetandia ermenîya ij wet’enê t’arîxî xilazbûye. T’opraxê Qerebag’êye ter’ikî bin okûpasîya adrbêcanîne, h’etanî ermenî, ê kö wira û Ermenîstanêda  dijîn, hindava zalimtîya Bek’ûyêye nevtêda tesmîlî ÿrîþkirina divin. Adrbêcan Qerebag’ê bêy ermenîya dixweze, û ij vîdêomadeyê zêrandina, serîlêxistina û köþtinaye zalim safîdive, wekî ewê dîna xwe nedine sipartinê safîkirina r’ewþa Qerebag’êye neh’îêda”,- T’ankyan daye k’ivþê.

          Ewî isa jî derheqa k’omköjîya ermenîyaye sala 1915-aye hindava Qeyeserîya osmanîêda anîye bîr û daye k’ivþê, wekî derge-dîwanê t’irkaye hevdö bedelkirî h’emû cûr’eyî cêr’ibandiye delîla k’omköjîyê înk’arkin: “Bi serk’arîya Erdog’an T’irkîa gavekê pêþda çûye û bi k’omköjîya t’eze gef li ermenîya xwerîye”.

          T’ankyan fikir e’dlamkirîye, wekî cêr’ibandinê serr’astkirina eleqetaye navbera Ermenîstanê û T’xirkîaêda dikarin hindava R’oavayêda bêne helandayînê- bi meremê, wekî wexta þer’ê Arsaxêyî sala 2020-î ker’-lalîya wan sofîkin, lê isa jî bi meremê bere-bere derxistina Ermenîstanê ij goveka t’esîra Ûr’isêtê. Ê sazbend isa jî paþda veger’yaye ser “lazmaya serr’astkirina” eleqetaye t’ev T’irkîayê û qebûlnekirina wê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button