PoliticsTop

Pûtîn û Paşînyan axivîn. Wan çi gotûbêj kirin?

Di 26ê Sibatê de Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û Serokê Federasyona Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn bi telefonê axivîn.

Serokên her du welatan mijarên têkildarî xebatên Yekîtiya Aborî ya Avrasyayê û Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf gotûbêj kirin,rojeva serdana fermî ya Serokwezîrê Komara Ermenîstanê ya Federasyona Rûsyayê jî kirin, ku dê di meha Nîsanê de pêk were.

Serkirdeyan her wiha li ser pêkanîna daxuyaniyên sêalî yên ku di 9ê çiriya paşin 2020an, 11ê kanûna paşin 2021ê û 26ê çiriya paşin 2021 an de ji aliyê Serokê Federasyona Rûsyayê, Serokwezîrê Komara Ermenîstanê, Serokomarê Komara Azerbaycanê ve hatine îmzekirin, nêrînên xwe dan hev.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button