
Hikûmetê di rûniştina 17ê Sibatê de biryar da ku ji bo Şampiyoniya Boksê ya Mezinan a Ewropayê ku di 21-31ê Gulana 2022an de li Êrîvanê bê lidarxistin, alîkariya aborî bide Federasyona Boksê ya Ermenîstanê. Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, Wezîrê Perwerde, Zanist, Çand û Sporê yê Ermenîstanê Vahram Dûmanyan destnîşan kir ku ji bo projeyê 77 milyon û 768 hezar dolar hatiye pêşbînîkirin.
“Federasyona Navneteweyî ya Boksê, mazûvaniya Şampiyoniya Boksê ya Mezinan a Ewropayê spart Ermenîstanê. Tê çaverêkirin ku nêzîkî 280 werzişvanên ji zêdetirî 40 welatan beşdarî tûrnûvayê bibin, herwiha karmendên pê re û delegeyên din jî beşdar bibin. Ji bo organîzekirina Şampiyoniya Boksê ya Mezinan a Ewropayê ku li Êrîvanê tê lidarxistin.
Her wiha wê di meha Îlonê de Festîvala Navneteweyî ya Starmusê bê lidarxistin û di çarçoveya wê de 6 xwediyên xelata Nobelê dê bên Ermenîstanê.
Ji bo ku xwediyê xelata Nobelê Artem Pataputyan di deh rojên duyemîn ên Hezîranê de vexwîne Ermenîstanê xebat didomin, Got Vahram Dûmanyan.