All NewsSocietyTop

Xelatgirên Nobelê, pêşbirk û konferansên mezin. Li Ermenîstanê wê çalakiyên xwedî girîngiya navneteweyî bên lidarxistin

Hikûmetê di rûniştina 17ê Sibatê de biryar da ku ji bo Şampiyoniya Boksê ya Mezinan a Ewropayê ku di 21-31ê Gulana 2022an de li Êrîvanê bê lidarxistin, alîkariya aborî bide Federasyona Boksê ya Ermenîstanê. Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, Wezîrê Perwerde, Zanist, Çand û Sporê yê Ermenîstanê Vahram Dûmanyan destnîşan kir ku ji bo projeyê 77 milyon û 768 hezar dolar hatiye pêşbînîkirin.

“Federasyona Navneteweyî ya Boksê, mazûvaniya Şampiyoniya Boksê ya Mezinan a Ewropayê spart Ermenîstanê. Tê çaverêkirin ku nêzîkî 280 werzişvanên ji zêdetirî 40 welatan beşdarî tûrnûvayê bibin, herwiha karmendên pê re û delegeyên din jî beşdar bibin. Ji bo organîzekirina Şampiyoniya Boksê ya Mezinan a Ewropayê ku li Êrîvanê tê lidarxistin.

Her wiha wê di meha Îlonê de Festîvala Navneteweyî ya Starmusê bê lidarxistin û di çarçoveya wê de 6 xwediyên xelata Nobelê dê bên Ermenîstanê.

Ji bo ku xwediyê xelata Nobelê Artem Pataputyan di deh rojên duyemîn ên Hezîranê de vexwîne Ermenîstanê xebat didomin, Got Vahram Dûmanyan.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button