
Baş-parast, li gorî standardên nûjen û ewledar. Wezîrê Îdareya Herêmî û Binesaziyê yê Ermenîstanê Gnel Sanosyan beşa rêya nû ya ku di çarçoveya projeya Bakur-Başûr de li ser rêya Sîsian Kajaranê tê çêkirin, wiha nirxand. Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, wezîr Sanosyan amaje bi wê yekê kir ku ew bernameyeke mezin e û binesaziya xwe ya berfereh e.
“Bi tevahî dirêjahiya rêya bakur-başûr nêzî 560 km ye, ev 60 km yek ji beşên sereke ye.
Wezîr da zanîn ku ew rêyeke bi temamî nû ye û tê de 27 pir bi dirêjahiya bi giştî 4,7 km hene. Ji 12 km zêdetir beşên tunelan hene. Dê bi tevahî 5 tunel hebin, yek ji wan dê tenê 8,6 km be. Li gorî Gnel Sanosyan ev bernameyeke mezin e.