
Di 7ê Sibatê de, balyoz Makûnts bi xelatgira Nobelê Nadîa Mûrad re, ku mafên mirovan diparêze, civiya.
Em vê yekê ji rûpela Facebookê ya Balyozxaneya Ermenîstanê li Amerîkayê agahdar dikin.
Nadîya Mûrad bi bernameya “Insiyatîfa Nadîya” ji bo parastina mafên êzdiyan, parastina nasnameya wan û nehiştina qirkirinê bi hevkariya hikûmetên gelek welatan têdikoşe. Di hevdîtinê de Lîlît Makûnts ji ber axaftina Nadîya Mûrad ya di şerê 44 rojî de spasiyên xwe pêşkêş kir û xebatên wê nirxand. Di peyamê de tê gotin.