PoliticsTopWorld

Hêzên aştiyê yên Rûsyayê serdana Dadivankê kirin

Li Qerebaxê jî hêzên aştiyê yên Rûs çûn serdana Keşîşxaneya Dadivankê.

Li gorî “Armenpress”ê, Wezareta Berevaniya Rûsyayê li ser vê yekê daxuyaniyek da. Keşîşê Dadivankê ji aşitparêzên Rûs re çîroka avakirina kompleksê ku di sedsalên 12-13-an de dest pê kiriye got.

“Îro hêzên aştiyê yên Rûsyayê serdana cihê dîrokî yê kompleksa Dadivankê kirin.Me dîroka dêrê nas kir, me dît ku mirov çiqas qîmetê dide dêr, îro çiqas qîmetê dide wê . Dema ku em vegerin mal em ê teqez ji zarok, nevî û xizmên xwe re qala vê derê bikin”: got Nûnerê hêzên aştîparêz ên Rûsyayê li Qerebaxê Yuri Romanişin.

Di peyamê de tê gotin ku kompleksa Keşîşxaneya Dadivankê ya sedsalên 12-13an yek ji mezintirîn kompleksên Ermenistana serdema navîn e. Kompleksa mîmarî li ser asta deryayê 1100 metre bilind e. Kompleksê bi navê Dadivankê li ser navê Daddy hatiye kirin, ku li rojavayê Ermenîstanê mizgîniya Xirîstiyantiyê dabû û şagirtê Şandiyê Thaddeus bû. Li gorî efsaneyê, kompleks li ser gora St. Daddy hatiye avakirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button