TopWorld

Li kampên penaberên Iraqî sê xwekuştinên êzîdî hatin ragihandin

Tenê di meha kanûna paşin ya îsal de, sê xwekuştinên êzîdî li kampên Îraqî yên ji bo awareyên navxweyî hatin ragihandin.

Nûnera jinên êzdî li Dilwîn Xelef di hevpeyvînekê de li gel BasNewsê ragehand ku, xortekî li kampeke awareyên parêzgeha Dihokê xwe kuşt.

Ev yek tenê çend rojan piştî ku keçek ji heman malbatê jî ji ber sedemên nediyar xwe kuşt.

Bûyereke bi heman rengî berê di meha Çile de li kampeke awareyan li navçeya Zaxo ya parêzgeha Dihokê hatibû ragihandin, ku tê de ciwanekî êzdî jî xwe kuştibû.

Li gorî Dilvîn Xelef, xwekuştin ji ber encamên trawmatîk ên ku piştî komkujiyên ji aliyê DAIŞ’ê ve li Şengalê hatin kirin.

Li gor êzîdiyên ku di kampên penaberan de dijîn, bi rastî jî xort û keçên êzîdî ji ber bêhêvîbûn, xizanî, birçîbûn û sermayê xwe dikujin.

Êzidiyan bi salan piştî ku bajarên wan hatin rizgarkirin, li kampên koçberan bi şert û mercên giran ên jiyanê re têkoşîna xwe didomînin.

Sedema wê yekê ye ku Bexda heta niha rêkeftina ku berê bi Hewlêrê re hatibû îmzekirin ji bo asayîkirina rewşa Şingalê û hêsankirina vegera ewle ya êzdiyên derbider bi cih neaniye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button