All NewsTop

Hejmarên girtî û cûdahiyên wan. Azerbaycan bi xapandina rastiyan xwe berovajî dike

Aliyê Ermenîstanê di derbarê 30 kesên ku li Azerbaycanê hatine binçavkirin de rastî hene, lê Azerbaycan wan red dike. Li gorî Komîteya Lêkolînê, piştî şerê 44 rojî heta niha jî çarenivîsa 199 leşker û 21 sivîl ne diyar e. Hejmarên Azerbaycanê bi tevahî cûda ne. Ew vê rastiyê piştrast dikin ku 46 kes li Azerbaycanê ne. Li gorî xebatkarên Berevaniya Mafên Mirovan a Ermenîstanê, hema hema li dijî hemû girtiyên şer ên ku ji aliyê Azerbaycanê ve hatine pejirandin dozên sûc hatine destpêkirin.

“Azerbaycan hewl dide di mijara însanî de siyasetê bike û bi vî awayî bedelên leşkerî û yên din bi dest bixe. Ev cudahî nîşan didin ku Azerbaycan mirovan vedişêre û derbarê cihê wan de agahiyên rast nade. Belgeyên navneteweyî jî vê yekê tînin ziman, wekî mînak DMME serî li Komîteya Wezîrên Konseya Ewropayê da û diyar kir ku Azerbeycan di mijarên girêdayî girtiyên şer de bi awayekî rast hevkariyê nake.” Şêwirmendê Parêzvanê Mafên Mirovan ê Ermenîstanê Sêrgêy Ghazînyan diyar dike.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button