All NewsTop

Ermenîstanê hîn biryar nedaye ku beşdarî konferansa li Tirkiyeyê bibe

“Heya niha li ser beşdariyê biryara dawîn nîne”-  Serokê Lijneya Têkiliyên Derve ya Meclisa Neteweyî Êdûard Axajanya di hevdîtina bi rojnamevanan re bersiv da pirsa gelo Wezîrê Karên Derve Ararat Mîrzoyan û Nûnerê Tirkiyeyê Rûbên  Rûbînyan dê beşdarî Konferansa Dîplomasî ya Antalyayê ya ku tê plankirin meha Adarê bê kirin an na?

Axajanyan got, “Beriya ku ez bêm civîna çapemeniyê, min bi birêz Rûbînyan re hevdîtin kir. Niha ez dikarim bibêjim ku biryara dawî ya beşdariyê nîne.” Beriya niha Çavûşoglû ragihandibû ku Ararat Mîrzoyan û Rûbên Rûbînyan dê beşdarî foruma dîplomatîk bibin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button